Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhan Dagîrkirina Rûsya ya Ukraynayê Şermezar Dike


Piştî ku operasyonên leşkerî yên Rûsyayê li nav Ukraynayê destpê kir, hejmareke serok û rêberên cîhanê helwestên xwe hemberê vê gavê nîşan dan.

Li jêr çend daxuyanî û helwestên girîng in:

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got ku “Rûsya vê sibehê bi xeterî êrîşî dewleta me kir, wekî çawa Almanyaya Nazî di salên Şerê Cîhanê yê Duyê de kir.”

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dymtro Kuleba jî daxuyanîyek da û got, “ji îro ve, welatên me li alîyên cuda yên dîroka cîhanê ne. Rûsya daye ser rîya xirabîyê, lê Ukrayna belevanîya xwe dike û Moskow çi hizir bike jî emê azadîya xwe ji dest bernedin.”

Serokê Amerîkî Joe Biden got ku “Putin dagîrkirieneke berfireh li dijî Ukraynayê destpê kiriye. Bajarên aştîyane yên Ukraynî li jêr êrîşan in. Serok Putin cengekî plankirî bijartîye ku wê gelek jîyan tê de hinda bibin… Ezê ligel rêberên G7 kom bibim, Amerîka û hevalbend û hevparên me dê toleyên tund deyînin ser Rûsyayê.”

Serokê Komisyona Ewrupayê Ursula Von Der Leyen jî ragiahnd ku Serok Putin berpirsê vegerandina şer bi Ewrupayê ye.

Ursula von der Leyen
Ursula von der Leyen

“Emê sektroên stratejîk yên aborîya Rûsyayê bikin armanc û rêya gihiştina teknolojîyên girîng û bazaran li ber wan bigirin. Emê bingeha aborîya Rûsyayê û karîna wê lawaz bikin. Herwiha, emê sermîyanên Rûsyayê li Yekîtîya Ewrupayê bicemidînin û rê li ber bankên Rûsî li nav bazara darayî ya Ewrupî bigirin.”

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Komisyona Ewrupî Josep Borrell jî got ku “ev saet di nav saetên herî tarî de li Ewrupayê ye ji dema Şerê Cîhanê yê Duyê.”

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz got ku ewê Yekîtîya Ewrupayê lihev kiriye ku toleyên herî tund deyîne ser Rûsyayê.

“Putin azar û wêranîyê bi ser cîranên xwe yê rasterast ve tîne, ew serwer û sînorên Ukraynayê binpê dike. Ew jîyana kesên bêsûc û aştîyê li parzemînê dixîne bin metirsîyê. Ti behane wê yekê re tune ye. Ev şerê Putin e.”

Serokê Fransî Emmanuel Macron got ku “Fransa bi tundî biryara Rûsya ya destpêkirina şer ligel Ukraynayê şermezar dike. Divê Rûsya demûdest dawîyê li operasyonên xwe yên leşkerî bîne.”

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand ku “Serok Putin rîya xwînrijandin û wêranîyê destpêkirî vî şerê bê provokaskon li ser Ukranyayê bijartîye.”

Wezareta Derve ya Tirkîyê di daxuyanîyekê de got ku “ev êrîş binpêkirineke metirsîdar ya qanûna navnetewî ye û gefeyeke cidî ye ser ewlekarîya herêma me û cîhanê.”

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid got ku “êrîşa Rûsyayê ser Ukraynayê binpêkirineke metirsîdar ya sîstema cîhanî ye. Îsraîl vê êrîşê şermezar dike.”

XS
SM
MD
LG