Penaberên Amerîka Latîn ji Guhertina Qanûnên Amerîka bi Hêvî Ne

Pirsgirêka penaberên ji Amerîkaya Latîn dibe astengiyek ji rêveberiya Biden re, ji ber ku li ser sînorê Amerîka û Meksîko hejmara penaberên dixwazin sinêran derbaz bikin zêde dibe. Rojane nêzîkî 3 hezar penaxwaz digehin sînorê başûrê Amerîka.

Vê hefteyê Cîgira Serok Kamala Harris derbarê pirsgirêka koçberên ji welatên Amerîka Navnedî tên bi Alejandro Giammattei Serokê Guatemala re axiftbû û derbarê çarseriya sedemên koçberiyê gihabûn hind hevhatinan.

Adem Balkçi, parêzerekî koçberiyê li bajarê Sacramento yê wîlayeta California dibêje ku di qanûnên koçberiyê de ti guhertin ne çînebûye, lê belê hejmara kesên ji welatên Amerîkaya Latîn tên zêde dibe, ji ber ku ew bi hêvî ne rêveberiya Biden wan ne vegerîne welatên wan eger ew sînorên Amerîkayê derbaz bikin û dê destûrê ji mana qanûnî re bi destxin bixin.

Amerîka parastina mafê mana demkî daye hin koçberên ji Amerîka Latînî tên, bi taybet welatên ku şer lê heye û rastî karesatên xwezayî hatine, ew koçber dikarin demkî li Amerîka kar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Adam Balkçî

Vê jî bixwîne: Di Seatên Pêşî Yên Desthilata Xwe de Biden Dê Çi Biryar Bide?
Vê jî bixwîne: Qesra Spî: Kamala Harris bi Guatemala re Pirsa Koçeberiyê Gotûbêj Dike
Vê jî bixwîne: Karwanekî Nû ya Koçberan ji Honduras Bo Amerîka di Rêde Ye
Vê jî bixwîne: Biden, Harris Ser Danûstandinên bo Koçberan Erkdar Dike