DEM Partî li ser Girjîyên Hewlêr û Bexadyê Banga Diyalogê Kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Tuncer Bakirhan, Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) 10.13,2026, Hewlêr.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ser girjîya Herêma Kurdistana Îraqê û rêvebirîya Bexdayê daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku berevanî û xurtkirina statuya Herêma Kurdistanê ne tenê jibo gelê Kurd, lê jibo aştîya civakî ya Îraqê, îstîqrara sîyasî û siberoja demokratîk jî giring e.

DEM Partîyê ser girjîya jiber kontrolkirina derîyên sînor û jêderên enerjîyan çêbûye banga dîyalog û danûstandinê kir.

Bi berdewamî DEM Partîyê dîyar kir ku nelihevkirinên jiber aborî û rêvebirîyê çêbûne, bi biryarên yekalî, gotinên girjîyê gur dikin û helwestên mîlîtarîst nayên çareserkirin û da zanîn ku divê hemî alî bi rlbazên qanûnî tevbigerin.

DEM Partîyê da zanîn ku divê aktorên sîyasî yên li Herêma Kurdistanê jî bi lihevkirineke demokartîk hevkarîyê bimeşiînin.

Girjîya Herêma Kurdistanê û Îraqê di demkî de rast tê ku li Tirkîya cîran ser çekberdana Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) proseseka aştîyê di rojevê de ye.

Lijneya Ewlekarîya Neteweyî (MGK) ya Tirkîyê piştî civîna duh Pêncşemê dîyar kir ku ewê pêvajoya aştîyê ya navê wê yê fermî prosesa Tirkîyeya Bêteror e bi biryarderî bidomînin.

MGK’ê da zanîn ku ewê hevkarîya pir-alî ya bi Îraq û Sûrîyê re di her qadê de pêşve bibin.