DEM Partî û Bahçelî li ser Qonaxa Niha ya Pêvajoya Aştîyê Civiyan

Pervin Buldan

Endamên Heyata Îmraliyê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Pêncşemê bi Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî re civîyan.

Civîna endamên heyetê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur û Bahçelî 35 deqîqe girt.

Cigîra Serokê Parlemana Tirkîyê Pervîn Buldan piştî civînê ji rojnamevanan re dîyar kir ku ewê paşê daxuyanîyeke nivîskî biweşînin.

DEM Partîyê ragihand ku endamên heyeta wan a Îmraliyê bi Bahçelî re ser qonaxa niha ya pêvajoya aştîyê peyivîne.

Li gor ragihandina DEM Partîyê, her du alîyan ser pêdivîyên hiqûqî û sîyasî yê prosesê danûstandin kirine.

Prosesa nû ya aştîyê, ku hikûmet bo wê dibêje Tirkîyeya Beteror, Cotmeha 2024’an bi banga Bahçelî re destpê kiribû.

Parlemana Tirkîyê mehên havînê qanûna çarçoveyî ya ser prosesê pejirand.

Çaverê ye di rojên pêş de Komîsyona Şopandinê ya bo prosesê were damezirandin û dest bi karên xwe bike.

Hejmara kursîyên vê komîsyonê 19 e, û ji wan kursîyan 2 yên DEM Partîyê ne, 2 yên MHP’ê ne.