Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Almanî Girtina Hemwelatîya Xwe li Tirkîyê Şermezar Dike


Hikûmeta Almanya îro Sêşemê nerazîbûna xwe li hember giritna bizavkarên mafên mirovan li Tirkîyê ragihand û da zanîn ku yek ji wan kesan hemwelatîyê wê Peter Steudtner e.

Steffen Seibert, berdevkê serokwezîra Almanya, Angela Merkel ji hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku ew li kelêka Peter Steudtner disekinin û bo berdana wî di hemî astan de bixebitin jiber ku girtina wî ne rêwa ye.

Sekreterê Giştî yê Lêxweşbûna Navnetewî Salil Shetty jî biryara dadgehê Tirk bi tundî rexne kiribû û wek biryareke ne rêwa bi nav kiribû.

“Hemî 10 bizavkarên mafê mirovan masûm in. Ev biryar nîşan dide ku li Tirkîyê rastî û edalet êdî nemane. Piştî lêpirsîneke sîyasî biryareke wiha tê dayîn ku jibo siberoja mafê mirovan li Tirkîyê rewşeke pir xirab e,” Shetty bi berdewamî gotibû.

Hêjayî balkişandinê ye ku di giwaştin û eciqandina hikûmeta Tirkîyê de pirtir ji 100,000 karên xwe hinda kirin û zêdetir ji 60,000 kesên din jî hatine zindan kirin.

XS
SM
MD
LG