Ajansa Reuters îro Şemiyê ragihand ku Cîgira Serokê Amerêa Kamala Harris roja Duşemê li Koşka Spî dê bi endamê kabîneya şer ya Îsraîlê Benny Gantz re bicive.
Ev di wî çaxî de ye ku Washington hewl dide bigihêje rêkeftinekê ji bo agirbesteke demkî û zêdekirina alîkariyan bo Gazayê.
Li gor nûçeya pêşî ku ji aliyê Reutersê ve hatiye eşekre kirin rayedarekî Koşka Spî gotiye, tê çaverêkirin ku mijarên di nav de kêmkirina qurbaniyên sivîl yên Filistînî, misogerkirina agirbesteke demkî, azadkirina rehîneyên li Gazayê yên di dest çekdarên Hamasê de ne û zêdekirina alîkariyê ji bo Gazayê dê hebin.
Herwiha The Jerusalem Post ragihand ku rayedarekî payebilind di hikûmeta Amerîkî de êvara Şemiyê got ku Îsraîl li ser rêkeftinekê razî bûye ku tê de dîlên di destê Hamasê de bêne berdan û agirbestek were cîbicîkirin.
Rayedarî wiha got "Ji bo pêdiviyên mirovahî yên gelê Gazayê ku hewcene, pêwîstî bi agirbestê heye." rayedar herwiha dibêje "Nexşerêya agirbestê ewe ku derbarê azadkirina hemî girtiyan bigihin rêkeftinekê."
Wî dîsan got "Îsraîlî bi şertên peymanê razî bû." "Eger Hamas bi şert û mercan razî bibe ku girtiyan serbest berde, agirbestek 6 hefteyî dê yekser dest pê bike. Ev lihevkirin li ser masê ye. Hevdîtin bi Hamasê re li Qeterê berdewam in û em hêvî dikin ku heta Remezanê bigihêjin rêkeftinekê. Gok niha di yarîgeha Hamasê de ye. Çendî em bişên emê li ser vê arasteyê bimeşin."
Jêder: Reuters/The Jerusalem Post