Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Îspanî Dibêje Teqe li Bergumanê Êrîşa Barselona Hate Kirin


Polîsên Katalonî radigihînin ku wan îro teqe li kesekî kir ku kembera xwekujîyê li ser wî hebû.

Televîzyona dewleta Îspanî jî ragihand ku kesê teqekirî, gumanberê êrîşa hefteya borî ye ku 15 kes li Berselona kuştibûn.

Karbidestên polîsên Katalonî red kir ku agahî bide ka bergumanê ku wan li devera Subirats ya rojavayê Barselona gule kiriye, miriye yan birîndar e.

Televîzyona dewleta Îspanî ji zarê vekolerên êrîşê ragihand ku kesê gulekirî Younes Abouyaaqoub e ku polîsan demeke zûtir ew wek êrîşvanêhefteya borî bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG