Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsan li Başûrê Barselona 5 Berguman Kuştin

Polîsên Îspanî demeke zûtir ya îro Înê, li bajarokê Cambrils ya başûrê Berselona, 5 êrîşvanên berguman kuştin.

Bûyera îro li heman cîhê ku mîlîtanekî îslamî otomobîla xwe ajotibû ser pêyayan û 13 kes kuştibûn, qewimî.

Rêvebirên polîsên Berselonayî ragihand ku dema lêgerîna ajotvanê otomobîlê didoma, wan 5 berguman li Cambrils ya 120 km başûrê Barselona kuştin û pêşî li êrîşeke nû girtin.

Karbidestên ewlehî da zanîn ku wan 5 kes hewil da ku bi trombîla xwe têkevin nav turîstan û wan bikujin. Dema otomobîla wan wergerîya, hinek ji wan dest bi kêrkirina sîvîlan kirin.

Di encama êrîşên Cambrils de jineke Îspanî hate kuştin, jimareke sîvîl û polîsek jî birîndar bûn. Polîsan qayişên xwekujî yên ser êrîşvanan jî rûxandin, lê dû re hate dîtin ku ew kemberên sexte bûne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG