MOSKOW, Çarşemê 29ê Îlonê – Reuters, serokên Rûsya û Tirkiyê roja Çarşemê dest bi danûstandinan kirin, yên derbarê tundiya li bakurê rojavayê Sûriyê derketî û berfirehkirina kirîna sistema berevaniya leşkerî ya Rûsî ji aliyê Tirkiyê, her çende Amerîka nerazîbûn nîşan daye.
Danûstandin li havîngeha Soçi ya li ser derya Reş tên encam dan, Kremlin gotiye jiber civîna Sochi ya bi Erdogan re, serok Putin xwe vederkirina jiber vîrusa korona bidawî kir.
Berî civînê berpirsên Tirk dane zanîn ku Erdogan dê givaştinan li Putin bike jibo vegerîna agirbesta sala borî ya ku tê de lihevhatin çê bibûn, ku Rûsya û leşkerê Sûrî êrîşan li dij çekdarên li Îdlib ku Trikiye piştevaniya wan dike encam nedin.
Destpêka civînê Erdogan gote Putin "Pêngavên ku dê bi hevre derbarê Sûriyê biavêjîn gelek di girig in. Aştî jî li wê derê girêdayî peywendiyên Tirkiyê-Rûsya ye."
Ji aliyê xwe de di vekirina civîna dualî de Putin di axiftinên xwe de îşaret bi rewşa li Sûriyê da û got ew yek ji wan bihavane ku her du welat heta astekî di hevkariyek serkeftî dane.
Serokê Rûsya got, diyaloga bi Tirkiyê re hin caran zehmete, lê her du welat rahatine ku çareseriyek navîn bibîn ku ji bo her du aliyan baş be.
Kirîna zêdetir ya sîstema berevaniya Rûsî S-400 ji aliyê Tirkiyê de dîsan di rojeva civînê de ye, tiştê ku Amerîka derbarê kirîna S-400 zela kirî ewe ku ew bi tundî li dije.
Erdogan weke îşaretek zelal bo Amerîka gote Putin, ew dixwazin derbarê hevkariyeke zêdetir ya berevaniyê danûstandian bikin, her çende ku Amerîka li dije. "Di civîna giştî ya Netewên Yekbûyî -UN- de xelkê asayî derbarê hin pirsên diyarkirî pirsîn, me jî got..Helbet dê bibe." Erdogan gote Putin, "Bi her awayî me jî bersiva pêdivî da wan, ne mumkine em li gavên me avêtine paş de vegerîn, min bi taybetî bawerî bi vê heye : Gelek giringe ji bo me ku em rojane berdewamiyê bidin têkiliyên Tirkiyê-Rûsya."
Tirkiyê endama NATO ye, sala 2019ê sistema berevaniya Rûs S-400 kirbûn, ev bûbû sedem ku Amerîka sizayan dane ser pîşesaziya berevaniya Tirkiyê, û Washington hişyarîya sizayên zêdetir da bû Tirkiyê eger ku hewil bide pitir alavên Rûsî bikire.
Hefteya borî Erdogan îşaret dabû ku ewê celebek din yê S-400 bikirin û ti hêzek nîne ku rêgiriyê li tevgeriyanên Enqerê bike.