Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Pêkhatina Ser Danûstandinên Navokî Yên Viyanayê 'Nezîk' E


Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amir-Abdollahian îro Yekşemê got ku rêkeftinek "nêzîk" e di danûstandinên hatî rawestandin da ji bo vegerandina peymana navokî ya sala 2015an di navbera Tehran û hêzên cîhanî da.

Îran digel Fransa, Almanya, Brîtanya, Rûsya û Çînê rasterast, û digel Amerîkayê jî bi awayekî nerasterast, ji bo vejandina peymanê, ku bi fermî wekî Plana Çalakiya Berfireh ya Hevbeş (JCPOA) dihêt zanîn, beşdarî danûstandinan bûye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Amir-Abdollahian bi pêwendiya telefonî gotîye Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres , "Em di danûstandinan da nêzîkî pêkhatinê ne."

Wezîrê Derve yê Îranê her wiha got: "Me pêşniyarên xwe yên li ser mijarên mayî bi rêya endamê payebilind yê Yekîtiya Ewropayê gihandine aliyê Amerîkayê û nûke em li benda bersiva Amerîkayê ne."

Li gorî daxuyaniya Îranê, Guterresî bal kişandîye ser girîngiya hevdîtinên Viyanayê û hêvîyên xwe dîyar kirine ku di zûtirîn dem da hemû alî bigihin rêkeftinekê.

XS
SM
MD
LG