Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbaniyên Vayrusa Korona li Îranê Dibe 54 Kes


Wezareta tenduristiya Îranê îro Yekşemê got hejmara nexweşên vayrusa korona ên ku jiyana xwe jidestdayî li welêt gihîşte 54 kesan, di demekê de ku 978 kes nexweş in.

Peyvdarê wezaretê Kiyanoş Jahanpûr got hin keysên nû li hejmarek bajarên Îranê hatine dîtin, di nav de jî bajarê Meşhed, ku cihê ziyaretgeha herî girîng a Şîiî ye û bala xelkê seranserî herêmê dikşîne.

Hikûmeta sivîl a Îranê bang li rêberên ayînî kir ku ziyaretgeha Meşhed bê girtin, lê banga wan hîn pêk nehatiye û ziyaretgeh hîn vekirî ye.

Di nav 385 keysên nû de, 170 li Tehrana paytext in, ku bû du hefte dibistan û sînema lê girtî ne .

Peyvdarê wezaretê got 44 keys bo cara yekem li parêzgeha Merkezî hatine dîtin.

Radyoya fermî ya dewletê îro Yekşemê got geştên esmanî li bajarê Raşt, paytexta parêzgeha Gilan hatine hilawêstin.

XS
SM
MD
LG