Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Dibêje Şerê Gazayê Wê di Serenserî Sala 2024’an de Bidome


Tankên artêşa Îsraîlê li Gaza pêşde diçin, 30 Berfanbar, 2023.
Tankên artêşa Îsraîlê li Gaza pêşde diçin, 30 Berfanbar, 2023.

Artêşa Îsraîlê îro Duşemê ragihand ku hin tankên Îsraîlî ji hin taxên bakurê bajarê Gaza vekişîne, lê şer li heremên din yên dorpêçkirî yên Filistînê bi bombaranên tund didome.

Rûniştvanan jî dan zanîn ku tankên Îsraîlî ji taxên Şêx Radwan, el Mîna û ji hin beşên taxa Tel el-Hewa vekişîne.

Lê, karbidestên saxlemîyê gotin ku tank ji heremên din yên bakurê Gazayê venekişîne.

Berdevikê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari di peyama sala nû de ragihand ku şerê li Gazayê wê di dirêjahiya sala 2024’an de berdewam bike û destnîşan kir ku bo berdewamîya şer wê bi deh hezaran leşker hewce bike.

"Jibo gihiştina armancên şer pêwîstî bi şerekî demdirêj heye û em li gor vê amadekarîyê dikin," Hagari ji rojnamevanan re got.

Wî hevdem dîyar kir ku artêşa Îsraîlê niha plan dike ku di mehên pêş de hêzên xwe çawa li Gaza bi cîh bike.

Ji alîyê din ve, li gor ragihandina rûniştvanan şer û pevçûn li beşên navendî yên Gaza roja Duşemê jî bênavber didome, dema tankên Îsraîlê ber bi el-Bûrcê pêşde diçin û êrîşên esmanî li el-Nusîrat, el-Mexazî û bajarokê Xan Yûnis ya li başûr xistine.

Wezareta Tendirûstî ya li Gazayê ku li jêr kontrola Hamasê de ye dibîje, di êrîşên Îsraîlê de heta niha 21 hezar û 978 Filîstînî hatine kuştin, herwiha 56 hezar û 697 jî birindar bûne.

Wezaretê destnîşan kir ku di nava 24 saetên dawî de 156 Filîstînî hatine kuştin û 246 jî birîndar bûne.

Wezaretê got, ji sedî 70 ji qurbanîyan jin û zarok in.

Hamasê jî şeva borî jimareke rokêt avêtin Tel Avivê. Tugayên Ezzedîn El-Qassam ku baskê çekdar yê Hamasê ye, bi vîdyoyeke ser medya civakî berpirsyarîya êrîşê girte ser xwe û got ku wan roketên M90 wek "bersîva qirkirina sivîlan" avêtin Tel Aviv'ê.

Artêşa Îsraîlê êrîşa Hamasê piştrast kir, lê behsa kuştî û zararê nekir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di peyama xwe ya sala nû de dubare kir ku heta Îsraîl armancên xwe yên tunekirina Hamasê û têkbirina binesazîya wê ya leşkerî pêk neyîne, wê şerê xwe yê li Gaza bidomîne.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG