Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya di Şerê Korona de Aliyê xwe yê Bakur Tev Digre


Îtalya îro Yekşemê biryar da ku derî li çarîkeka xelkê welêt bigre ji bo rêgirtina li belavbûna vayrusa korona.

Îtalya rastî hejmara herî mezin a mirinan dibe piştî Çînê.

Piştî mirina 230 kesî, hikûmetê biryar da aliyê bakurê welêt bi tevahî bigre, di nav de jî herêma Lombardy û paytexta darayî Milan.

Dê Îtalya her wiha 14 parêzgehên din bigre, di nav de jî Veneto.

Hatûçûna van herêman dê bi tund bendkirî be ta destpêka meha bê.

Mozexane, şanogeh, sînema û cihên din ên demborînê jî dê werin girtin.

Îtalya her wiha daxwaz ji pizîşkên xanenişîn kir ku vegerin ser kar ji bo rêgirtina li belavbûna nexweşiyê.

Papaya Vatîkan Pope Francis îro Yekşemê bi awakî rasterast nimêja meydana San Peter nake û li şûna wê axaftina xwe bi riya ekranan pêşkêş dike.

XS
SM
MD
LG