Meksîkayê ragihand ku piştî erdheja wêranker ya ku roja Duşemê pêk hat û bi hezaran avahî li Tirkiyê û Sûriyê hilweşandin, ewê kûçikên xwe yên "hezkirî" yên perwerdekirî bişînin Tirkiyeyê, ji bo ku di xebatên rizgarkirin û lêgerîna kesên di bin xirbeyan da mane alîkar bin.
Wezîrê Karên Derve yê Meksîkayê Marcelo Ebrard got, herî kêm 16 kûçikan ligel tîmên taybet roja Sêşemê ji bo alîkariyê di xebatên rizgarkirinê da şandine Tirkiyeyê.
Ebrard got bi rêya twîterê tîm û kûçikên ku şandine Tirkiyê wekî "dilê tîmên rizgarkirinê yên Meksîkayê" binav kirin, niha ji bo alîkariya wî welatî ew ber bi Tirkiyê ve difirin û dê li firokexaneya bajarê Adana yê Tirkiyê, dakevin.
Li gorî daxuyaniyeke çapemeniyê ya hikûmeta Meksîkî, di nava tîmên hatine şandin da pisporên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji Artêşa Meksîkî, endamên Hêza Deryayî, "pênc berpirsên Wezareta Derve û 15 endamên Xaça Sor" jî hebûn.
Karbidestê Meksîkî vîdeoyeke tîmê û kûçikên lêgerînê di twîterê de parve kir, ku tê de cûrên navdar yên kûçikan û tîmên lêgerînê hebûn.
Kûçikên lêgerîn û rizgarkirinê yên Meksîkî piştî erdheja sala 2017ê li wî welatî bûne sembola xweragirî û berxwedanê li welat, piştî xebata wan ya mezin di rûbirûbûna felaketa ku piştî erdheja 2017-an de ku bi sedan kes li paytext, Meksîko City, hatbûn kuştin.
Frida yek ji kûçikên Meksîk yên herî navdar bû, di xebatên lêgerînê de ji sala 2010ê heta 2019 wê 43 kes rizgar kirin, di xebatên xwe yên lêgerînan de li Meksîk, Ekwador û Hayîtî, heta ku sala 2022ê jiyana xwe ji dest da.
Piştî mirina Frida sala 2022ê li paytexta welat li Meksîko City, pekerekê rêzgirtina li derveyî ofîsa sereke ya hêzên Deryayî jê re hat çêkirin.