Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bûşûnûwarbûyên Idlib li Reqayê Operasyona Idlibê Dinirxînin


Welatiyên Idlibî koçberî parêzgeha Reqa bûyî operesiyona dawê li parêzgeha Idlibê diqewime dinirxînin, ku ti baweriya wan bi sozên Tirkiyê ji bo parastina sivîlan nemaye. Hejmara mezin ji wan dibînin ku Tirkiyê ji bo asayîşa xwe ya netewî û berjewendiyên xwe derbasî Idlibê bûye.

Haşim Hisrom ji Dengê Amerîka re got Tirkiyê ji bo ferehkirina axa xwe li Idlibê kar dike.

Beşek din ji welatiyan Idlibî dibînin ku Tirkiyê Artêşa Azad ya şerê rêjîma Sûrî dikir tune kir û li şûna wê çekdarên tenderaw weke Bereya Al-Nisra û Ehrar Al-Şerqiyê anîn, ku bi biryara Trikiyê şer dikin.

Mihemed Omer ji Dengê Amerîka re got Tirkiyê destê xwe nekira nav şoreşa Sûriyê wê rewş berevajî wisa ba .

Endamên berê yên Artêşa Azad dibêjin ku komên tenderaw şerê Artêşa Azad kirin û ew bi alîkariya Tirkiyê tune kirin û yên niha li Idlibê hemû çekdarên tenderawin.

Hêjayî gotinê ye ku aloziyeke mezin di navbera Tirkiyê û Rûsiya de derketiye,ku her yek ji wan ya din tewanbar dike ku pabendî biryarên Sûtşî nabin,ji cûdakirina çekdarên tenderaw ji Artêşa Azad.

Raporta Deng/ Rêber Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00


XS
SM
MD
LG