Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Dibêje Tirkiyê Du Firokên wê yên Şer Xistine


Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê got Tirkiyê du firokên şer ên Sûriyê li bakurê rojavayê welêt xistin, di demekê de ku girjî di navbera herdû aliyan de li wir bilind dibine.

SANA got firok li herêma Idlibê bûne armanc û çar firokvanên wan bi paraşûtên xwe vekirin û bi silametî daketin erdê.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê got wan du firokên SU-24 xistin û sîstemên berevaniya Sûriyê jikar xistin, piştî ku hêzên esmanî yên Sûriyê firokeka bê firokvan a Tirkiyê xist.

Hulusi Akar got Tirkiyê ta niha 2,200 serbazên Sûriyê “jinav birine” û 103 tank û 8 helîkopter jikar xistine.

Wî got:

“Operasyona Mertala Buharê, ku piştî êrîşa dirinde ya roja 27ê meha Şubatê dest pê kir, bi awakî serkeftî berdewam e.”

Tê zanîn roja 27ê Şubatê hêzên hikûmeta Sûriyê di êrîşekê de 33 serbazên Tirkiyê kuştin.

Operasyona Mertala Buharê ew opereasyona çarem a Tirkiyê ye li Sûriyê, piştî Mertala Furatê, Şaxê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê.

XS
SM
MD
LG