Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê CHPê Tanrikulu Dixwaze Bûyera Avêtina Kurdan ji Helîkopterê Ronî Bike


2 gundîyên Kurd, Osman Şîban û Servet Turgut di dema operasyoneke leşkerî de, meha Îlonê de li gundekî bajarokê Şaxê ya Wanê bi îdiaya piştevanîya PKKê hatibûn girtin.

Li gor ragihandina Ajansa Mezopotamyayê xizmên Turgut û Şîban îdia kirine ku her du gundî ji helîkopterê hatine avêtin.

Servet Turgut yê 60 salî di 30ê Îlonê de mir û Şîban jî şahidî kir ku ew ji helîkopterê hatine avêtin.

Di 27ê Mijdarê de, Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu derbarê Osman Şîban de gotibû ku wî mazûvanîya 3 terorîstan kiriye.

“Ew sîwarê helîkopterê kirin, lê piştê hingê çi bûye di lêpirsînê de emê eşkere bikin."

Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu jibo ronkirina bûyera pirsîyarnameyek pêşkêşî Wezaretîya Berevanîyê kir.

Tanrikulu ser hesabê xwe yê Twitterê xwe di weşana zindî de behsa bersîva Wezareta Berevanîyê kir.

"Wezaretê tenê bi hevokek bersîv daye û gotiye derbarê van îdiayan ti belge, tohmae yan agahî tunee. Dibê qey li wir operasyon çênebûye, ew helîkopter ne ya wezaretê ye? Bi sedan leşker li her du gundîyan nedane? Bersîv tenê hevokek e."

Tanrikulu got ku ew bersîv helwesta hikûmetê ya hember jîyana Kurdan nîşan dide.

"Jiber ku kesê hatiye kuştin Kurd e, bersîvek wiha dane. Ev bersîv li hember binpêkirina mafê mirovan nêrîna hikûmetê nîşan dide. " parlamanterê CHPê yê Stenbolê Tanrikulu got.

Rojnamevanên ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen, Cemîl Ugur û yên Ajansa Jinnewsê Nazan Sala, Şehrîban Abî jiber ku ev bûyer kirine nûçe, di 9ê Cotmehê de hatin girtin, bi îdiaya ku li wan dijî berjewendîyên dewletê ser bûyerên civakî nûçe çêkirine.

KHF_12_30_2020_Tanrikulu_Helîkopter
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00

XS
SM
MD
LG