Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê bi Deh Hezaran Kes Dijî Îsraîlê Meşîyan


Dîmeneke ji xwepêşendana li Stenbolê ya bo şermezarkirina şerê Îsraîlê yê li Gazayê, 1 Çile,2024.
Dîmeneke ji xwepêşendana li Stenbolê ya bo şermezarkirina şerê Îsraîlê yê li Gazayê, 1 Çile,2024.

Li bajarê Îstenbolê yê Tirkîyê îro Duşemê bi deh hezaran kes beşdarî xwepêşendaneke bi navê "Rehm li Şehîdên Me, Piştgirî bo Filîstînê û Nefret li Îsraîlê Be," bûn.

Rêkxerên xwepêşandanê ragihand ku armanca wan şermezarkirina şerê Îsraîlê li Gazayê û kuştina leşkerên Tirk ji alîyê mîlîtanên Kurd li Herema Kurdistana Îraqê ye.

Li gor ragihandina Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê, bi deh hezaran kes piştî nimêja sibê li mizgeftên Stenbolê dest bi meşa şermezarkirinê kirin.

Xwepêşandêran bi alên Tirkîye û Filîstînê heta Pira Galata ya ser Bosforê meşîyan û dirûşmên wek "Kujer Îsraîl, ji Filistînê derkeve" û "Allahû Ekber", qîrandin.

Xwepêşendan bi banga Weqfa Ciwanan ya Tirkîyê (TÜGVA) ji alîyê Platforma Vîna Neteweyî ve, bi beşderîya 308 rexistinên sivîl hat darxistin.

Bîlal Erdogan, kurê serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê yek ji wan rexistinên sivîl e, di xwepêşandinê de axifî.

Bîlal Erdogan anî ziman ku di 7'ê Cotmehê de "Nazîzma Îsraîlê" yek ji komkujîyên herî bi xwîn yên dîrokê da destpêkirin.

Erdogan bal kişand ku Îsraîl her roj bi sedan mirovên bêguneh û zarokan di kûje, mafên Filîstînîyan binpê dike û herwiha can û milkên wan mîna ku bi dehan sal e dike. di asteke nû da distîne.

"Em wek girseyên şiyar û haydar doza 12 şehîdên xwe û bûyerên li Filistînê diqewimin dişopînin ji hemû cîhanê re diqîrin. Em nikarin hember tiştên diqewimin bêdeng bimînin . Em dizanin ku kujerên şehîdên ku Tirkîyê di şerê dijî terorê de dane, şehîdên ku li Filîstînê û yên zarokên li wir hatine qetilkirin, heman cîh û xal in. Em soz didin ku emê li hember wan bêdeng nemînin," wî got.

Wî herwiha soz da ku wê dijî "sîstema siyonîst a ku Amerîka li pişt e" yekitîya xwe xurt bikin û boykota dijî Îsraîlê bidomînin.

Her du keç û zava yên serokê Tirk Erdogan jî di rêzên pêş yên xwepêşdanê de bûn.

Tirkîye ya ku endama NATO ye ser kêşeya Îsraîl û Filîstînî piştgirîya çareserîya du dewletan dike, Îsraîêl jiber êrîşên ser Gaza bi tundî rexne dik.e û Îsraîlê wek "dewleteke terorê" bi nav dike.

Erdogan Îsraîlê wek "dewleteke terorê" bi nav dike û dibêje ti ferqa serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ji Adolf Hîtler tuneye.

Herwiha, berevajî bi hevbendên xwe yên Rojavayî û hin welatên Ereb, Tirkîye Hamasê wek komeke terorîst nabîne.

Tevî rexneyên tund, Tirkîye bi Îsraîl re têkilîyên bazirganî didomîne ku opozîsyona navxweyî rexne dike. Lê, Enqere dibêje ku rêjeya bazirganîya bi Îsraîl re niha bi rengekî balkeş daketîye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG