Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Total" Û Iraq li Ser Projeya 27 Milyar Dolarî Rêkdikevin


Iraq Oil
Iraq Oil

Kompanya petrolê ya Fransî Total Energies roja Çarşemê nêzîk dibe ku rêkeftinekê bi hikûmeta Îraqî re li ser projeyek 27 milyar dolarî ya demdirêj ku dereng xistibû, vejandina rêkeftinekê ku Bexda hêvî dike weberhênanên biyanî bikşîne welat.

Rêkeftin di sala 2021an de hatibû îmzekirin û li gor wê rêkeftinê Total Energies dê di heyama 25 salan de 4 projeyên neft, gaz û enerjiya yên nûjen li başûrê Iraqê cîbicî bike, lê ji ber nakokiyên li ser xalên rêkeftinê ew rêkeftin gelek paşket.

Û piştî ku hikûmeta Îraqî duh, Sêşemê got, ku ew razî bûye xwedîyê pişka ji sedî 30 di projeyê de be, ku ev jî rêkeyek kêmtire ji para ku berî niha dixwest, "Total Energy" di daxuyaniyekê de got ku ewê xwediyê ji sedî 45ê be. Û para mayî ku Ji sedî 25ê dê jibo enerjiya Qeterê be.

Şîrketa Fransî got ku rêkeftina ku bi hikûmeta Iraqê re hatiye kirin "peyameke bihêz û erênî dişîme derbarê sermayeguzariya biyanî li welat".

Armanca (Projeya Pêşvebirina Gazê ya temamkar) baştirkirina dabînkirina elektirîkê li Iraqê ye, di nav de vegerandina gaza şewitî li sê zeviyên neftê, yan jî ya ku bi gaza şewatê tê naskirin, ji bo dabînkirina êstgehên elektrîkê.

Total Energies got ku ew ê her weha navendeke enerjiya rojê ya yek gigawatt pêş bixe da ku elektrîkê bide tora herêmî ya Besrayê, û daxwaz ji şerîketa Erebistana Saûdî ACWA Power kir ku beşdariyê di projeyî bike.

Roja Yekşema borî Wezîrê Petrola Îraqê Heyan Abdulxanî gotbû, ew nêzîk bûne bo projeya 27 mîlyar dolarî bi şerîketa Total ya Fransî re bigihn rêkeftinekê.

Lê îro Çarşemê Ajansa Frans Press(AFP) li gorî şerîketa TotalEnergies dibêje ku ew bi Bexda re gehiştine rêkeftinê bo projeya 10 mîlyar dolarî.

TotalEnergies roja Çarşemê piştrast kir ku Şîrketa Petrolê ya Besra ya Iraqê dê ji sedî 30 werbigire, lê şrîketa Qeterî - Qatar Energy - dê ji sedî 25 bistîne û ya Fransî dê xwediyê ji sedî 45 be.

"TotalEnergies pêşwaziya berdewamiya daxwaza Iraqê li ser vê Peymana Pêşketin û Hilberînê dike, ku sînyalek bihêz û erênî ye ji bo weberhênana biyanî li welat," TotalEnergies got.

Rêkeftin piştî çar gerên danûstandinan di mehên dawî de di navbera Rêvebirê Cibickar yê TotalEnergies Patrick Pouyanne û Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şîa el-Sudanî de pêk tê.

TotalEnergies got, Pouyanne dawiya hefteya borî li ser vexwendina Sûdanî li Bexdayê bû.

Sûdanî di meha Çile de ji bo danûstandinên enerjî û ewlehiyê bi Serokomar Emmanuel Macron re li Parîsê civîya bû.

Pouyanne meha borî hişyar dabû ku "ew ê Total nekeve projeyek wusa heke, bi rastî, em neçar in ku hemî şertan ji nû ve dgotûbêj bikin".

Wî got ku Iraq "ne cihê herî hêsan e ji bo weberhênanê" û TotalEnergies ji metirsiyên bazirganiyê li wir agahdar e, lê rêzgirtina şertên peymanê ji bo wî "bingehîn" bû, Rêvebirê Giştî Yê Cibicîkar yê Totalê got.

Jêder/Reuters/AFP/Alhurra

XS
SM
MD
LG