Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ku Pêwîst be Ez ê Daxwaza Pereyên Bêhtir bo Karên Biçûk Bikim


Serokê Amerîka Donald Trump îro Şemiyê got ew dê ji kongresê daxwaza pereyên bêhtir bike da wek qerzan bide karên biçûk ên ku ketine bin bandora abûrî ya belavbûna vîrusa korona, eger 349 milyarên terxankirî bidawî bibin.

Trump li ser twîtera xwe got:

“Ez ê yekser daxwaza pereyên bêhtir ji kongresê bikim wek piştgirî bo karên biçûk, eger pereyên heyî bidawî bên.”

Proseya dayîna pereyan bo karên biçûk ji dema destpêkirina wê de roja Înê bi awakî dijwar birêve diçe.

Bi dehan hezar kar li kompaniyên qerzdar hêwirîn û bank qazinan dikin li dor negihîştina sîstema rêveberiya karên biçûk (SBA), wezareta xezîneya Amerîka jî hîn rênimayên serwextkirinê belav dikêye.

Berpirsa rêvebiriya karên biçûk Jovita Carranza got heta doh êvarî qerzdaran bêhtirî 17,000 qerz çê kirin bi nirxa derdora 5.4 milyar dolar, li gor programê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG