Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina ji ber Vîrusa Korona Dê li Amerîka 10-12 Hefteyan Dirêj Bike


Wezîrê xezîneya Amerîka Steven Mnuchin îro Yekşemê got dibe ku girtina berfereh a gelek cihên giştî li Amerîka, bi sedema belavbûna vîrusa korona, ji 10 heta 12 hefteyan dirêj bike.

Xelkê Amerîka rastî guhertineke mezin hatiye di şêwazê jiyana xwe ya rojane de ku ji dema şerê cîhanî yê duyem nebûye. boneyên werzişê hatin jinavbirin, xelk bêkar dimîne û abûriya welêt rastî ziyaneke mezion dibe.

Nexweşxane gelek dijwariyan dibînin ji bo peydakirina alavên pêwîst ên saxlemiyê ji bo karmendên xwe da ku karibin pêşwaziya pêlên nexweşan bikin.

Keysên vîrusê li Amerîka îro Yekşemê bo 25,000 kes bilind bû û herî kêm 325 kesan jiyana xwe jidest da. Derdora nîvê keysan li wîlayeta New Yorkê ne, li gor amarên Reutersê.

Vîrusê ta niha 13,000 kes li cîhanê kuştine û 300,000 kes nexweş ketine.

Wezîrê xezîneyê ji kenala FOX News re got ew hêvî dike ku Kongrês roja Duşemê dengdanê bike.

Çavlirê ye ku her malbateke Amerîkî ya ku ji çar kesan pêk tê 3,000 dolar wergire û dê ev alîkarî niha tenê ji bo carekê be.

XS
SM
MD
LG