HSD: Firokên Tirkîyê Êrîşî Kampa Hol Kir

Berdevkê HSDê Ferhad Şamî ji Dengê Amerîka re got ku firokên şerker yên Tirkîyê pênc êrîşên esmanî birin ser Kampa Holê.

Şamî got ku di encama êrîşan de jimareke malbatên girêdayî endamên DAIŞê karîbûn ji kampê birevin û niha hewla wan didome ku wan kesan desteser bikin.

Şamî da zanîn ku hîn jî firokên çavder yên Tirkîyê li esmanê kampê firînan pêk tînin.