Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Romney Xwe jibo Gotûbêja Sêşemê Amade Dikin


Kempeyna dubare hilbijartina Barack Obama soz dide ku serok performanseke hevgirtî di gotûbêja roja Sêşemê de ligel berbijarê Komarî Mitt Romney bide. Nûçegihanê Dengê Amerîka Michael Bowman radigihîne ku herdu kempeyn bawerîya xwe nîşan didin ku berbijarên wan dikarin axafitneke xurt bidin gelê Amerîkayê di gotûbêja xwe de ku li seranserî Amerîka bi riya televizyonê tê weşandin.

Ev bûye du hefte ji dema Serok Barack Obama gotûbêja yekê kir ku heta bi piştgirî wî yê herî reşbîn ew wekî performanseke lawaz binav kir, li dema berbijarê Komarî Mitt Romney bi axaftinên xwe yên bihêz amade xuya dikir. Gotûbêja rûbirû ya roja Sêşemê li New Yorkê derfetekê dide serok ku axaftineke baştir pêşkêş bike, li gorî ku mezine şîretvanê wî David Axelrod dibêje.

Axelrod dibêje, ew bawer dike ku Obama dê tundtir be di pêşkêşkirina nêrîna xwe de hember rewşa Amerîka wekî welat, welatê ku li ser bingeha çîna navîn ya civakê hatiye ava kirin.

Axelrod li ser programa Fox News Sunday axivî.

Ji çaxê gotûbêja yekê de, pêşketina serok di rawergirtinên giştî de li ber ba çûye, û Mitt Romney jî di kempeyna xwe de bêtir ligel xelkên germtir axivîye. Axelrod dibêje ku kempeyna Obama ne dudil e hember rewşa bûyeran.

Axelrod dibêje ku wekî ku wî berî jî gotiye, tevî ku rawergirtin bi firehî ji wan re bûn, lê rawergirtin û rapirsî herdem tên guhertin. Axelrod herwisa dibêje, rastîya pêşbazîyê li ser erdê nîşan dide ku demokrat bi rastî li pêş in. nuha rêje nêzîktirî hev bûne ji dema gotûbêja dawî, lê rewşa demokratan bi giştî baş e, li gorî nêrîna wî.

Hemdem, fermandarê berê yê Massachusetts Mitt Romney dê berdewam bike ku nameya xwe ya xwedî dengvedan pêşkêşî gelê Amerîkayê bike, li gorî ku mezine şîretvanê kempeynê Ed Gillespie dide zanîn.

Gillespie dibêje ku fermandar dê wekî gotûbêja dawî bike. Ewê behsa acendaya xwe bike. Ewê behsa siyasetên xwe bike. Herdu di dijberîyeke tûj de ne. Ev hilbijartinên biryardana girîng in.

Gillespie dibêje, birêz Romney çaverê dike ku Obama bi rengekî piştrastir were vê gotûbêjê, lê wî got ku serok çi şêweyî bikar bîne, ewê encama wê kêm be.

“Eger stayla xwe biguhere jî, çi taktîkên siyasî bikar bîne, serok nikare rekorda û siyaseta xwe biguhere.”

Gotûbêja sêyem ya serokatîyê hefteya were balê dide ser siyaseta derve. Êrîşa kujer ya meha borî li ser konsulxaneya Amerîkî li Bengazî li Lîbyayê dê bêguman baldaneke sereke ya gotûbêjê be. Komarî bi berdewamî rêvebirîya Obama bi lawazî û bêkêrîyê hember vê bûyerê tawanbar dikin.

Di hevpeyvînekê bo televizyona CBS’ê de, Senatorê Komarî Lindsay Graham rêvebirîya Obama tawanbar kir ku ew berjiwendîyên xwe yên siyasî datînin pêş berdijwendîyên niştimanî.

“Ew hewil didin ku çîrokekê bifiroşin me ku şêrên Rojhilata Navîn kêm bûne û al-Qayîde tune bûye. Lê wan pênasîn kir ku êrîşa li ser balyozxaneyê li Lîbyayê ji alî al-Qayîde bû. Ev yek rastîya çîroka wan tune dike. Ez bawer dikim ku ew me şaş dikin, lê bûyerên Lîbyayê dawîya dawî her tiştê wan derxist.”

Lê qanûndanerên Demokrat Komarîyan tawanbar dikin ku ew hewil didin berjiwendîyên xwe yên siyasî bidest bixînin. Endamê Kongirêsê Elijah Cummings mezinê Demokratan e li Komîteya Çavdêrîyê ya Kongirêsê.

“Emê kujeran zeft bikin û emê wan bînin dadgehkirinê. Lê tiştek heye divê ku em wê nekin wekî futbola siyasî, û ez bawer dikim nuha ew tişt dibe. Bi rastî ev tiştekî bê wate ye.”
Li rûniştineke guhdarkirinê de, komîteyê ji karbidestên Amerîkî guhdarîya xemên derbarî rewşa ewlekarîyê l konsulxaneya Bengazî kirin. Wan pêşniyara bêtir karên ewlekarîyê kiribûn, berî ku êrîş li dijî konsulxaneyê pêk bê.

Jibo guhdarîkirina vê raporê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG