Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korona Gihiştiye 60 Welatî û Bajarê Silêmaniyê Rastî 4 Keysan Dibe


Îro Yekşemê hejmara welatên ku rastî vayrusa Korona bûnî gihîşte 60 welatî û hejmara mirî û nexweşan ber bvi zêdebûnê ve diçe li seranserî cîhanê. Cade ji geştiyaran valan dibine, abûrî dilerizine û jiyana xelkê ya rojane tê guhertine.

Li Parîsê Mozexaneya Louvre hatiye girtin. Li Japonê kirîzeke kirîna pêwîstiyên rojane derketie pêş. Cihên geştiyarî li seranserî Asya, Ewrupa û Rojhilata Navîn vala ne, û hikûmeta dibistan girtine û kombûnên mezin qedexe kirine.

Australya û Thailandê îro Yekşemê qurbaniyên yekem ên vayrusê tomar kirin, di demekê de komara Dominican û komara Çîk keysên xwe yên yekem ragihandin.

Li Îran, Îraq, Îtalya, Korya Başûr û gelek welatên din hejmara nexweşan bilind dibe.

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Îraqê 4 keus hatin tomarkirin û berpirs dibêjin 3 ji wan ji mabatekê ne ku van demên dawî ji Îranê vegeriyane.

Ta amadekirina vê raportê 87,000 kes li seranserî cîhanê nexweş ketine û nêzîkî 3,000 kes mirine.

XS
SM
MD
LG