Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyon...Rojek Dîrokî Bo NATO'ê Û Swêd Û Ukrayna Jî Dê Bibin Endam


Sekrterê Giştî yê NATO General Jens Stoltenberg (Navend)ê Wezîrê Derve Yê Finlanda Pekka Haavisto(Çepê)t, Wezîrê Derva Yê Amerîka Antony Blinken (Rastê) li Bingeha NATO li Bruksel 4ê Nîsanê, 2023.
Sekrterê Giştî yê NATO General Jens Stoltenberg (Navend)ê Wezîrê Derve Yê Finlanda Pekka Haavisto(Çepê)t, Wezîrê Derva Yê Amerîka Antony Blinken (Rastê) li Bingeha NATO li Bruksel 4ê Nîsanê, 2023.

Fînlanda roja Sêşemê tevlî NATO bû, û bû endama 31mîn ya wê hevpeymaniya leşkerî, piştî ku 30 salan bêaliya xwe parastbû. Ev endametî weke xalek stratejîk ya NATO tê dîtin ku bo sedema hêrisbûna Rûsyayê.

Serokê Amerîka Joe Biden bi "Şanazî" pêşwazî li endametiya Fînlandayê kir di nav hevalbendiya NATO de, wî di daxuyaniyekê de got, "Dema ku (Serokê Rûsyayê Vladimîr) Pûtîn şerê xwe yê hovane yê êrîşkariyê li dijî gelê Ukraynayê dest pê kir, Putin di wê bawerê de bû ku ewê bikare bibe sedema preçebûnê li Ewrûpa û di NATO yê de, lê ew şaş bû, niha em ji her demê zêdetir di yekgirtî ne."

Wî zêde kir û got, "Ez kêfxweş im ku pêşwaziya Fînlandiyayê wekî hevalbenda 31ê ya NATOyê bikim," û soz da ku "parastina her bihostekê ji axa" hevalbendiyê bidomîne.

Wezîrê Parastinê yê Fînlandayê Ante Kaikkonen beriya merasîmê got, "Bêguman ev roj ji bo Fînlandayê rojek dîrokî ye, û ji bo NATOyê jî tiştekî baş e."

Berî niha Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Wezîrê Derve yê Amerîkayê pesna tevlîbûnê dan û ew weke“rojeke dîrokî” binav kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken, di merasîmê de li baregeha NATO ya li Brukselê got: "Em Fînlandayê weke sî û yekemîn endama hevpeymaniyê radigihînin dema ku em vê belgenameya tevlîbûnê werdigirin."

Blinken got, "Ez dikarim bêjim ku (ev tevlîbûn) yekane tişte ku em dikarin kji ber wê spasiya (Serokê Rûsyayê Vladimîr) Putîn bikin, jiber ku wî lez da vê tevlîbûnê, dema ku wî hizir dikir bi êrîşa ser Ukraynayê dê wê dûr bixe."

Rûsyayê ev pêngav weke êrîşeke li dijî ewlekariya xwe şermezar kir û soza "tedbîrên hevdij bistîne" da.

Peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Ev aloziyeke nû ya rewşê ye. Berfirehbûna NATOyê binpêkirina ewlehiya me û berjewendiyên me yên neteweyî ye."

Welatê Îskandînavyayê ku bi Rûsyayê re hezar û 300 kîlometr sînorê hevpar heye, di salvegera damezrandina NATO'yê ya di 4'ê Nîsana 1949'an de bû endamê 31'emîn.

Ala Fînlandayê li hewşa sereke ya li navenda Hevpeymaniyê ya li Brukselê, di navbera alayên Estonya û Fransayê de bi rêza alfabetîk hatiye bilindkirin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê di dema gihiştênê de got, "Fînlanda niha ewle ye."

Wî got, "Hevpeymanên Atlantîk bi hev re nûnertiya ji sedî 50 hêza leşkerî ya cîhanê dikin. Ji ber vê yekê, heta ku em yekgirtî bin, em ê hevûdu biparêzin û em ê bi pêbawerî vê yekê bikin, dê êrişek leşkerî li ser hevalbendek Atlantîk neyê kirin."

Banga NATO Bo Enadmetiyê Swêdê ji Erdogan re

Astengiyên Tirkiye û Macarîstanê jibo ketina Helsînkî ya di NATO yê de bi mehan dereng xist. Enqere û Budapest hîna jî li hember ketina Swêdê ya NATOyê asteng in.

Sekrterê NATO Jens Stoltenberg got, "Ez teqez di wê baweriyê de me ku Swêd jî dê bibe endam."

Herwiha Joe Biden serokê Amerîka derbarê Swêd got ew ê "kêfxweş be" ku "di zûtirîn dem de, Swêd bikeve nav tifaqê, Wezîrê Karên Derve Blinken jî rê xweşkirin da Tirkiye û Macarîstanê "ji bo ku protokolên tevlêbûnê yên Swêdê bê dereng mayîn bihê erê bikin."

Serok Biden destnîşan kir ku her du welatên Skandînavyayê "bi xurtî demokratîk in, xwedî şiyanên leşkerî yên mezin in û nirx û dîtina me ya cîhanê parve dikin."

Ji aliyê xwe ve, Wezîra Derve ya Fransa, Catherine Colonna, tekez kir ku "divê Swêd bê gîro kirin bikeve nav NATOyê", ji ber ku bi van her du welatan re, hevpeymanî dê bihêztir bibe da ku ewlehiya qada Euro-Atlantîk garantî bike.

Hevtayê wê yê Lîtvanyayî Gabrielus Landsergis got, "Em hêvî dikin ku ala NATO'yê ya Swêdê di civîna Vilnius de li ba bibe."

"Ez bang li Serokomar Erdogan dikim ku lûtkeya Vilniusê têk nede."
Ukrayna dê bibe endamê NATOyê.

Stoltenberg di axiftina merasîmê de bal kişand ku tevlîbûna her du welatên Skandînavyayê bo hevpeymaniyê nîşana wê yekê ye ku "deriyê NATOyê vekirî dimîne."

Wî her wiha got, "Helwesta NATO'yê sabite: Ukrayna dê bibe endama hevpeymaniyê", lê "armanca sereke heta niha tenahiya wê ya wek welatekî serwer û serbixwe ye, eger ev nebe axaftina li ser endamtiyê bêwate dimîne."

Û wezîrên derve yên NATOyê dê bi hevtayê xwe yê Ukraynî, Dmytro Kuleba re bicivin, da ku li ser "piştgiriya demdirêj" ya ku dikare ji Kievê re were peyda kirin gotûbêj bikin.

Wezîrê Ukraynayê di dema gihiştina xwe de got: "Ukrayna heman armancê dixwaze ku Fînlanda bibe endama tam ya NATOyê, û danûstandinên me yên li vir li Brukselê dê bi awayê ku em dikarin pêşde biçin dom bikin."

Tevî nerazîbûna Macarîstanê jî wê ji bo vê yekê civîneke Komîteya NATO-Ukraynayê bihê rêkxistin.

Jêder:AFP/AP/Reuters

XS
SM
MD
LG