Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi Tîma ku di Darizandina Trump ya li Senato de Cîh Bigire, Eşkere Kir


Nadler, Pelosi û Schiff
Nadler, Pelosi û Schiff

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi îro tîma ku di darizandina Serokê Amerka Donald Trump ya li Civata Senatoran de cîh bigirin, ji bîragiştî re eşkere kir.

Xanim Pelosi ragihand ku serokê Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran

Adam Schiff dê pêşengîya heft rêvebirên Civata Nûneran bike ku berevanîya doza hember Trump ji senatoran re bikin ku çima divê ew ji dethilatê were ladan.

Jerrold Nadler, ku serokê Komîteya Dadê ye, jî di tîma Demokratan de cîh digire.

Civata Nûneran bi sedema ku Trump hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bona bidestxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye û karê Kongresê asteng kiriye, împîçkirina wî pejirandibû.

Divê Civata Senatoran jî biryar bide ku Trump ji kar were dûrxistin yan ne, lê jiber ku endamên partîya Trump piranîya beşa jorîn ya Kongresê kontrol dikin, ne çaverê ye ku ew biryareke dijî Trump bide.

Navenda lêkolînê ya Pew Research Center di pirsnameya wê ya dawî de xuya kiribû ku 54 ji sedê Amerîkîyan piştgirîyê didin peyvajoya împîçkirina Trump û 46 ji sedê din jî dijî wê ne.

XS
SM
MD
LG