Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban di Qesra Serokatiyê de Ye Û Nêzîk Dê Îmareta Îslamî Ragihîne


Berpirsekî Tevgera Talîban roja Yekşemê ragihand ku tevgera wan "Îmareta Îslamî" di demek nêzîk de, dê ji Qesra serokatiyê li Kabul ragihînin, weke ajansa AP roja Yekşemê ragihandî.

Navê "Îmareta Afgansitan ya Îslamî" navê wê dewletê bû li Afganistanê ya ku berî ji aliyê hêzên Amerîkî ve bihête jinav birin ji encama êrîşên 11 Septemberê sala 2001ê.

Ew berpirs jibo AP axiftiye bi mercê ku navê wî nehête eşkere kirin jiber rê bi wî nehatiye dan daxuyaniyan bide kenalên mediyayî, weke "Associated Press" dibêje.

Talîban ragihand ku ew gihane qesra serokatiyê piştî ku demekî berê yê roja Yekşemê ketin di paytext Kabul de, ev yeke pêkhat piştî ku di çend rojan de Talîban şiya bilez Afgansitanê tevê kontrol bike.

Peyvdarê bi navê Talîbanê Zabîhullah Mucahid di twîtekê de dinîvîse "Yekîneke leşkerî ya Îmareta Îslamî ya Afgansitanê, kete di nava kabulê de bo ragirtina ewlekariyê." Herwiha got "pêşketin bi şêweke xwezayî dê dom bikin."

Herwiha sê berpirsên paye bilind yên Talîbanê gotine ajansa Frans Press ya Nûçeyan AFP, serhildayan qesra serokatiyê kontrol kirîye. Herwiha lîderekî tevgera Talîban gotiye AFP "Talîban ketine Qesra Serokatiyê."

Di tomareke videoyê de derdikeve ku çekdarên Talîban di avahiyê qesra serokatiyê dane, û berpirsekî din gotiye "Mucahid ketine di qesrê de û kontrol dikin". Herwiha bal kişandîye ser civîna di qesrê da, bo ragirtina ewlekariya paytextê.

Yekşemê serokê Encûmena Lihevhatina Neterwî ya Afganî, Abdullah Abdullah got ku "Serokê welat Eşref Ganî welat terk kirîye."

Di heman demê de berpirsekî di asta bilind de, gotbû ajansa Reuters, serok Eşref Ganî welat bicih hêlaye û çûye Tacîkistanê.

Nemana Eşref Ganî li ser desthilatê mercê pêşîn yên tevgera Talîbanê bû di danûstandinên li gel hikûmeta Kabulê de.

Çavkanî: AP, Reuters, Alhurra

XS
SM
MD
LG