Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Talîban: Jibo Rêgirtina li Talankirinê Fermana Ketina Nava Kabul Hat Dan


USAF CH-46 Sea Knight military transport helicopter flies over Kabul, Afghanistan August 15, 2021. REUTERS/Stringer
USAF CH-46 Sea Knight military transport helicopter flies over Kabul, Afghanistan August 15, 2021. REUTERS/Stringer

KABULL, Afganistan (AP) - Karbidestên Afganistanê raginad ku Eşref Ganî roja Yekşemê ji welat reviya dema ku Talîban ber bi Kabulê ve diçû, karbidestan got, hemwelatiyên wî û biyaniyan ji bo derketinê pêşbazî kirin, işaret bi bidawîhatina ezmûna 20-salî ya rojavayî ya bi mebesta jinûveavakirina Afganistanê kir.

Du rayedaran ji Associated Press re gotine ku, serokê welat Eşref Ganî ji welat reviya ye, bi şertê ku navê wan neyê eşkere kirin ji ber ku wan destûr nedaye ku rojnamevanan vê yekê ragihînin.

Abdullah Abdullah, serokê Encûmena Lihevhatina Neteweyî ya Afganî, paşî di tomareke vidoeyî de piştrast kir ku Ganî derketiye, û got "Ew di demeke dijwar de ji Afganistanê derket, xwedê hesabê ji wî bistîne,".

Sivîl ditirsin ku Talîban dikare cardî hûkmê hovane bikar bîne û mafên jinan ji holê rake, xelkê ji xwe ditirse bilez welat bicih dihêlin û li ber bank û mekîneyên diravî rêz bûne da jibo pereyên xwe bikişînin.

Abdullah Abdullah
Abdullah Abdullah


Di heman demê de firokên helîkopter li esmanê herêmê digeriyan jibo karmendên balyozxana Amerîka rizgar bikin, doman jî ji herêmeke nêzîk komleghea bayozxanê û hikûmeta Kabul bilind dibe, û karmendên balyozxanê bi karê jinavbirina hemî belegeyên giring kirine, her wiha gelek şandên dîplomasî yên biyanî dest bi xwe derketina kirine û hatine karmendên xwe derxînin.

Eşref Ganî-Serokê Afgansitanê
Eşref Ganî-Serokê Afgansitanê

Li aliyek din ajansa Reuters dibêje Peyvdarê Tevgera Talîban gotiye wan ferman daye grûpên xwe yên çekdar bikevin di Kabul de jibo rêgiriyê li talankariyê bigirin.

Ajansan dan xuyakirin ku hêzên Talîbanê çûne di wan herêman de li Kabul yên hatîne vala kirin.

XS
SM
MD
LG