Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Dest Biserdagitina ji Alîyê Talîbanê de 'Dil Êşîyek' E


Wezîrê Derve Yê Amerîka
Wezîrê Derve Yê Amerîka

WASHINGTON – Dîplomatê Amerîka yê di asta bilind de biserdagirtina Talîban ya Afgansitanê ketina nêzîk ya paytext Kabul bi "Tiştên ku dilêş" in wesif dike, û dibêje, hêzên Amerîkî hewil didin hemî Amerîkiyan derbêxe, herwiha wan welatiyên Afganî yên li gel Amerîka kar kirine.

Wezîrê Derve yê Amerîka li avahiyê wezareta derve pêşwazî li wezîrê derve yê Chilî Allamand kir.

Di wê navberê de wezîrê derve Antony Blinken Yekşemê axiftinek kir û got, ewlehiya Amerîkiyan, ku hêjî hin ji wan li avahiyê balyozxanê dimînin li Kabul û alîkarên Afganî "Karê wan yê herî pêşîne", wî guh neda wan rexneyan yên ku dibêjin Amerîka jibo ketina bilez ya hêzên Afganî amade nebû.

Blinken bo CNN axift û di bernameya "Rewşa Yekîtiyê" de got Amerîka, "Dê her tiştî bike ku jibo demek dirêj bikêşe jî, eger ku ew bixwazin derkevin dê alîkar be".

Herwiha Blinken got "Me rti daxwazek ji Talîban nekirîye". Me ji Talîbanê re gotiye eger ku hûn dest bidin welatiyên me yan çalakiyên me di dema xwe vekişînê de, wî çaxî dê bersivdaneke bilez û yekalîker bibînin".

Ji aliyek din berpirsekî Amerîkî gotiye Dengê Amerîka bi mercê ku navê wî jiber rewşa hestiyar neyê eşkere kirin, ku valakirina Balyozxaneya Amerîkî li Kabul "bi rêve diçe".

Karbidest her weha got ku bi hezaran leşkerên Amerîkî yên din digehin Afganistanê û "bi temamî kontro" li ser hem li dora balyozxaneyê hem jî Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzai heye, ya li derveyî Kabul.

Wêneyê Helîkopterek leşkerê Amerîkî ku li hindavî balyozxaneya Amerîkî li Kabul hatiye dîtin, ku di 15 -ê Tebax, 2021 -an de, wênê ji aliyê Wakil Kousar/ AFP) hatiye standin heye.

Karbidestekî payebilind ê rêvebirîya Amerîka roja Yekşemê ji Dengê Amerîka re got ku Serokê Amerîka Joe Biden, di van çend rojên de li Camp David, ku ciyê bêhinvedana serokatiyê ye li derveyî Washington, li ser geşedanên vê dawiyê hatiye agihdarkirin, û got "Serok bi endamên tîmê xwe ya Ewlekariya Neteweyî re li ser rewşa Afganistanê axivîye û dê bi dirjahiya demê derbarê guherênên herî nû ête agihdar kirin ."

Biden roja Şemiyê rê da ku 1000 leşkerên din bişîne Kabul jibo ewlehaiya derxistina Amerîkiyan û kesên din yên Afganî ku bi Amerîkiyan re kar kirine wan veguhêzin ciyekî bi ewle.

Dibe ku di van deman de 4000 leşkerên Amerîkî bigehin Kabul da hêzên li wêderê mabûn ku tenê 650 leşker in, destek bikin.

XS
SM
MD
LG