Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Pêşniyar Kombûna bi Talîban Re Dike Û Amrullah Dibêje Ewê Ti Carî Xwe Radestî Talîban Neke


Amrullah Saleh Cîgirê Yekê yê Serokê Afganistnaê
Amrullah Saleh Cîgirê Yekê yê Serokê Afganistnaê

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Yekşemê got, jibo aramiya li Afganistanê û rêgirtina li hember pêlên nû yên penaberan li gel Pakistnaê kar dikin.

Erdogan dibîje, "Tirkîye rastî pêlên mezin yên penaberên Afgansitanî bûye, yên bi rêya Îranê tên. Dê berdeam bîn di hewildanên peyda kirina aramiyê de li herêmê, û ji Afgansitanê dê dest pê bikîn, jibo bicih anîna vî erkî jî pêwîste li gel Pakistanê kar bikîn û hevkariya xwe xurt bikîn." Erdogan got.

Erdogan pêşniyar dike ku ligel rêberê Talîbanê jî kom bibe.

Li aliyek din Cîgirê Serokê Afganistanê Amrullah Saleh di twîtekê de roja Yekşemê nivîsandiye û dibêje, ewê "Ti carî radestî Talîbana terorist nebe" Saleh dibêj, "Ez tu carî, qet û di bin ti şert û mercan de serî li ber terorîstên Talîban netewînim. Ez ê tu carî xiyanetê li giyan û nirxên lehengê xwe Ehmed Şah Mesûd, fermandar û rêberê efsaneyî nekim. Ez ê bi mîlyonan kesên ku li min guhdarî kirin xeyalşkestî nekim, Ez ê tu carî bi Talîbanê re di bin yek ban de nebim. QET." Weke Amrullah Saleh Cîgirê serokê Afganistanê Eşref Ganî dibêje.

Ev gotina Saleh di wî çaxî de hat ku gelek çavkaniyan di nav de Dr. Abdullah Abdullah Serokê Encûmeniya Lihevkirina Netewî ya Afgansitanê di daxuyaniyek tomara Videoyî de gotiye, Eşref Ganî serokê welat Afganistan di demek herî dijwar de bicih hişt û reviya derveyî welat.

XS
SM
MD
LG