Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Talîban Ketîye di Kabul de


Helîkoptera leşkerî ya Amerîkî li bayozxaneya Amerîka li Kabul dadikeve
Helîkoptera leşkerî ya Amerîkî li bayozxaneya Amerîka li Kabul dadikeve

KABULL Û ISLAMABAD - Karbidestên li paytaxta Afganîstanê Kabul û tevgera Talîban her du aliyan nûçeyên ku serhildayî ketine an jî êrîşî bajêr kirine nerast derxistin.

Lê li alîyek din raport ji zarê berpirsên hikûmeta Afganî û şahidên bûyerê didin zanîn ku Talîban ji hemî aliyan dest bi ketina nava Kabulê kirîye.

Ayeşa Tanzeem ji Dengê Amerîka ji Kabul got, alozî ketiye cade û kolanên Kabul piştî nûçeya ketina Talîban ya nava paytext belav bû.

Nûçegihanek Dengê Amerîka beşa Afganî, dema li ofîsa pasportan bû ji her kesî re hat gotin ku rasterast derkevin û herin malên xwe.

Tevgera trafîkê li bajêrê Kabul bi şêweke ne normal bû, jiber ku xelk dixwazin herin malên xwe û nava malbatên xwe, lê dîsan hat gotin ku rewş asayî dibe, lê qelebalixek zêde hêjî heye.

Wezîrê navxweyê hikûmeta Afganistanê bi peyameke videoyê gotiye ku dê veguhastina desthilatê bo Talîbanê bi şêweke aştiyane be.

Abdul Sattar Mirzakwal got, êrîş li ser Kabulê nehatiye kirin û nayê kirin û ji her kesî xwest ku guh nedin propagandeyan. Wî got ku li gorî peymanê, hêz dê bi şêweke aştiyane kevin di nava Kabulê de.

Herwiha yek ji Alîkarên di asta bilind de yê Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî jî di twîtekê de li ser Twitterê bangî gel kir, ku nekevin di nava tirs û panîkê de.

Peyvdarê bi navê Talîban di twîtekê de ragihand ku "Îmareta Îslamî bang li hemû hêzên xwe dike ku di deriyê Kabul de bimînin û hewil nedin herin nava bajêr".

Berî êvarî peyvdarên Talîbanê gotine, ew naxwazin bihêz bikevin di Kabul de, ew dixwazin veguhastineke desthilatê ya aştiyane pêk were.

Talîbanê banga lêbûrîna giştî ragihandiye û her kes efû kirîye û dibêje ewê kuştin û tolhildan nebe.

Berpirsekî Talîbanê gotiye Reuters "Naxwzîn kesekî Afganî yê bêtawan birîndar bibe yan bihê kuştin, em berpirsiyariyê digirîn ser xwe, lê hêj agirbest nehatiye ragihandin."

Li gorî hatî ragihandin ku firoka helikopter ya Amerîkî li balyozxaneya Amerîkî li Kabul dadye û ewê tîma karmendan veguhêze firokxana Kabul.

Ajansa Associated Press dibêje, hin berpirsên Talîban ji wan re gotiye: "Ewê ziyan negehînin can, milk û rûmeta ti kesekî û jiyana welatiyên Kabul dê nekeve di metirsiyê de. "

Hin pêzanînên taybet yên di vê raportê de ji ajansên Reuters û Associated Press hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG