Dibe ku Tirkiye û Yunanistan di demek nêzîk da li ser nakokî û aloziyên li Derya Spî ya Naverast dest bi danûstandinan bikin.
Lê îro Yekşemê Îbrahîm Kalin, peyvdarê bi navê serokatiya Tirkiyê got, dema di civîna berpirsên Yekîtiya Ewrupa ya vê hefteyê da siza li ser Tirkiyê bihên feriz kirin wî çaxî dê bo diyalogê nebin alîkar, Kalin berpirsên Ewrupî hişyar kirin.
Hevalbendên NATO û welatên cîran Tirkye û Yunanistan li ser herêma nakokbar ya avên deryayî li derya Spî ketine di nava nakokiyên dijwar da.
Li meha borî alozî gur bibûn, dema ku Tirkiyê keştiya lêgerîna çavkaniyên enerjiyê hanirtbû herêma nakokbar bo dîtina petrol û gazan li wê herêmê avî.
Yunanistan ya ku endame di Yekîtiya Ewrupa da, ev pêngava Tirkiyê şermezar kirbû û hewildana Tirkiyê bi neyayasî binav kirbû. Yunanistan û Qubris daxwaza bersivdanek tund ji Yekîtiya Ewrupa dixwazin bo Tirkiyê dema ku roja Pêncşema li pêşiya me dicivin.
Tirkiyê hefteya borî keştiya Uroç Reis ji herêma nakokbar vekişand, ev yek bi erênê hat nirxandin, herçende Tirkiye dibêje, wan keştî weke bêhinvedanek rotînî bo sexbêriya keştiyê kirîye, lê ev dê bibe sedem ku delîvê bide dîplomasiyê ku aloziyên bi Athina re sist bibin.
Peyvdarê serokatiya Tirkiyê Îbrahim Kalin got "di vê qonaxê da rewşek baştir derkeftîye bo destpêkiina danûstandinan."
Kalin gote Ajansa Dogan ya nûçeyan "danûstandinên derbarê lêgerînan dibe destpê bikin."
Meha borî Tirkiye û Yunanistanê liber bû, dest bi danûztandinên derbarê mafdariya her welatekî ya lêgerînan li ava derya Spî ya naverast destpê bikria ya ku ji sala 2016an û vir ve hatî rewasetandin. Lê Tirkiyê keştiya lêgerînan ya Uroç Reis hinarte herêma avî ya nakokbar, ev bû sedema gur bûna aloziyan.
Gefên Biryrdana Sizayan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan, ligel Serokê Civata Yekîtiya Ewrupa , Charles Michel axivî, yê ku serokatiya civîna berpirsên Yekîtiya Ewrupa dike. Herwiha ligel Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî axivî ya ku hewil dide krîza heyî sist bike.
Lê Qubris rijde liser şermezar kirina hebûna 2 keştiyên lêgerînan li ava herêmî ya girava Qubris ya dabeş kirî û ji Yekîtiya Ewrupa dixwaze ku sizayan li ser Tirkiyê dane û wê got, heta dawazên wê bicih neyên, ewê rê li hember sizayên plankirî bigire yên li dij Belarûsya , ku Yekîtiya Ewrupa dixwaze jiber sextekariyên di hilbijartinan da li ser desthilata Lukashenko dane.
Lê Îbrahîm Kalin got"gef kirin û azirandina danîna sizayan li dij Tirkiyê dê çi encaman bidest nexe." Îbrahîm Kalin dîsan got"divê siyasetvanên Ewrupî vê nihe baş bizanin."
Serokomarê Tirkiyê Erdogan li dawiya hefteyê di twîteke xwe da gotbû, Tirkiye bawer dike ku dê çareseriya pirsgirêk û aloziyan bi diyalogê çareser bibin, bi berdewamî ewê berevaniyê ji mafên xwe yên li herêmê bike û weha got "Em dixwazin bihavek mezintir bidin dîplomasîyê ku guh bide her gotinek rastgo", Erdogan dîsan got "Bi vê nêrînê emê heta dawiyê berevaniyê ji her dilopeka avê û herêma xwe bikîn. "