Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy îro Çarşemê li Qesra Spî dê li gel Serok Joe Biden bicive. Serdana Zelenskiy ev du sal bû ku pêk nedihat û ji ber pirsgirêka Afganîstanê rojek din jî hatibû paşxistin.
Karbidestên payebilind yên rêveberîya Amerîka got, peyama vê serdanê ew e ku "Amerîka piştgirîya serwerîya Ukrayna û yekgirtina axa wê bike, herwiha daxwazên wê yên li Euro-Atlantikê."
Karbidestan ji rojnamevan re got in ku di rojeva civînê de mijarên ewlehîyê, enerjî, polîtîkayên jîngehê, û hewldanên dijî gendelîyê li Ukrayna werin gotûbej kirin.
Karbidestên Amerîkî her wiha dibêjin wê her du alî çend lihevhatinan ragîhînin, di nav de alîkarîya ewlehîyê bo Ukrayna û alîkarîya mirovahî bo kesên ku di krîza li gel Rusyayê de li rojhelatê welat bandor ditîne û her wiha alîkarîya vîrusa koronayê.
Di dema rêveberîya Serokê berê Donald Trump de, hinek kesan zorê dabûn li ser Ukraynayê ku vekolînekê li ser çalakîyên kurê berbijarê serokatîyê Biden destpê bikin. Ji ber wan bûyeran, yekem împîçkirina Serok Trump ji alîyê endamên Cîvata Nûneran ya Kongirêsê despêkiribû. Wê demê ji ber hengameya sîyasî, danustaninên li gel Kyiv bandor ditibû.