Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî Hate Dîtin


Wezareta Saxlemî ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ragihand ku çar endamên malbateke Çînî ku ji Wuhan hatibûn wî welatî tûşî vîrusa korona bûne.

Wezaretê da zanî ku zîyaretvanên Çînî di 16'ê Rêbendanê de, bi rêka firîngeha Dubayî giheştine Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û di 23ê mehê de çûnê nexweşxanê û li wê derê tûşbûna vîrusê hatiye dîtin.

“Her çar kes di bin çavdêrîyê de ne û rewşea saxlemîya wan normal e,” wezaretê got.

Vîrusa korona pêşî li Wuhan ya Çînê hatibû dîtin û piştre li welatên din jî belav bûbû.

Hikûmeta Çînî ragihandibû ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane giheştiye 132 kesan.

Li gor agahîyên dawî yên karbidestên saxlemîyê yên Çînê, vîrusa korona heta niha di bedena nêzî 6 hezar kesan de hatiye dîtin.

Vîrusa ku ji Çînê belav bûye heta niha li nêzî 20 dewletên din hatiye tespîtkirin ku yek ji wan Amerîka ye.

Washingtonê îro Çarşemê ragihand ku ewê karmendên xwe yên dîplomatîk li Pekînê bi rêka firokê ji welatî vekişîne.

XS
SM
MD
LG