Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Rêberên Din Beşdarî Merasîmên Salvegera Êrîşên 11’ê Îlonê Dibin


Serokê Amerîkî Joe Biden îro Şemîyê li sê helkeftan beşdarî merasîmên salvegera 20’an ya êrîşên 11’ê Îlonê dibe.

Serokê Amerîkî û xanima yekê Jill Biden li bajarê New Yorkê serdana cîhê Navenda Bazirganî ya Cîhanê kir, ew cîhê ku terorîstan berî 20 salan bi du firokan kiribûn armanc û nêzî 3,000 kes kuştibûn.

Li cîhê bîrewerîyê, her du serokên berê Bill Clinton û Barack Obama jî ligel wezîra derve ya berê Hilary Clinton û xanima yekê ya berê Michelle Obama û hinek karbidestên payebilind amade bûn.

Biden herwiha serdana bajarokê Shanksville ya li eyaleta Pennsylvania dike, cîhê ku firokek lê hate xwarê, piştî ku rêwîyan bi terorîstên ku ew revandibûn re ketibûn şer.

Cîgira Serok Kamala Harris jî beşdarî merasîma Shanksville bû û Serokê berê George W. Bush û hevjîna wî Laura Bush jî di heman merasîmê de amade bûn.

Harris di gotara xwe de li Shanksville got ku bîranîna wan êrîşan derfetek bo yekîtîyê ye.

“Rojên piştî 11’ê Îlonê sala 2001ê, ji me re nîşan dan ku yekîtî li Amerîkayê pêkan e û ew yekîtî jibo Amerîkayê girîng e. Ew jibo geşbûna me ya hevbeş pêdivî ye, jibo ewlekarîya me û jibo helwesta me li ser asta cîhanê hewce ye,” Harris got.

Serokê berê Bush jî dubare bal kişand ser girîngîya yekîtîya gelê Amerîkî.

“Ez tenê dikarim tiştên ku min dîtîye ji we re bibêjim. Di roja şînî û dijwarîyan de min bi mîlyonan Amerîkî dîtin ku bi destên cîranê xwe digirtin û piştgirîya wan dikirin. Ew e Amerîka ya ku ez wê nas dikim,” Bush got.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serok Biden îro piştî nîvroyê bi dema Washington serdana Pentagon dike, ku li wir jî terorîstan firokek li avahîya wê xistibû.

XS
SM
MD
LG