Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ali Babacan: Emê Jibo Malbata Dedeoglu Rêya Dadê Bişopînin


Alî Babacan çû serdana Konê Sersaxiyê yê malbata Dedeoglu
Alî Babacan çû serdana Konê Sersaxiyê yê malbata Dedeoglu

Serokê Giştî yê Partîya DEVA'yê Alî Babcan, di rojên çûyî de çûbû Konyayê û serdana malbata Dedeoglu kiribû.

Babacan li Enqerê di civîna serokên bajaran ya Partîya DEVA de kir û got, “Emê jibo malba Dedeoglu rêça dadê bişopînîn. Bila malbat di vî warî de piştrast be.”

Alî Babacan li ser şiklê kuştina malbata Dedeoglu jî rawestîya û ev qirkikirin wek qirkirineke hovane nîşan da. Babacan di vî warî de hestê xwe wiha anî ziman:

ALİ BABACAN Peyvekê Pêşkeş Dike
ALİ BABACAN Peyvekê Pêşkeş Dike

"Li Konyayê malbata Dedeoglu 7 ferdên xwe winad kirin. Ev komkujîyeke hovane ye. Li gel heyeta me em çûn Konya’yê û me serdana mezinê malbatê kir. Rastî ev komkujî komkujîyeke gelek giran e. Ji bo malbatê dubare sersaxî dixwazim. Eva hîç hêsan nîne. Ez bi mezinê malê re rûniştim. Hesap bikin kurê xwe, bûka xwe, pênc nebîyê xwe di yek careke de winda kirîye. Eva êşeke pir mezin e."

Kirarê vê bûyerê heta niha jî nehatîye girtin. Babacan li ser vî jî sekinî û bal kişand ser lêkolînkirina vê meselê. Ev yek jî wiha anî ziman:

"Ev mijar pêwîste bi her alî ve bê lêkolînkirin. Heta ku rasteqîn derkeve holê pêwîste tiştên edlî û îdarî bên kirin û hemû pêvajo di nêz ve bê şopandin. Dema em çûn Konya’yê heyeta me piranî ji hiqupnasan ve pêk hatibû. Pêşî em çûn gel walî û me ji walî pêzanîn girtin. Li wê derê jî daxwazên me ev bû. Di serdana me ya malbatê de jî me ev yek anî ziman. Emê jibo malbata Dedeoglu rêça dadê bişopînin."

Serokê Partîya DEVA’yê Babacan li ser vê bûyerêbal kişan ser zimanê sîyasetmedaran û di vî alî de jî rexnê xwe wiha dîyar kir:

"Mesele çi dibe bila bibe, li Tirkiyê rewşa sîyasî gelek xirabe. Ku êdî sîyasetmedar jî dema tiştekî diaxivin pêwîste hay ji zimanên xwe hebin. Zimanê ku nefretê gur dike, zimanê ku mirovan ji hev û din cûda dike pêwîste neyê bikaranîn. Ev ziman hewcedare ku ji lugatê bê qutkirin û bê avêtin."

Heft kesên malbata Kurd ya Dedeoglu li Konyayê navça Meramê Taxa Hasankoy’ê ji alîyê çekdareke ve di 30 Tîrmehê 2021 an de hat kuştin. Yaşar Dedeoğlu bavê zarokan, Îpek Dedeoglu jî dayka zarokan bû. Sê keç; Sîbel, Serpîl û Serap, du kur; Barış û Metin pêşî bi 20 guleyan hatin kuştin û dure jî mala wan hete vêxistin.

Raporta Enqerê 04 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG