Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden di Salvegera Êrîşên 11’ê Îlonê de Serdana Shanksville Kir


Serokê Amerîkî Joe Biden, wekî beşek ji beşdarbûna merasîmên salvegera 20’an ya êrîşên terorîst yên 11’ê Îlona, bajarê Shanksville li eyaleta Pennsylvania kir.

Biden li Shanksville serdana wî cîhî kir ku firokek ji esman hatibû xwarê, piştî ku rêwîyan bi terorîstan re şer kir û rê li ber firokeyê girt ku bigihêje Washingtonê. Ew dever êdî niha bûye cîhê bîrewerîyê.

Serokê Amerîkî û xanima yekê Jill Biden li Shanksville çûn serdana bîrewerîyê, ku bi xwe dîwarekî ku navên rêwîyên wê firokeyê li ser hatine danîn. Biden û hevjîna wî ligel malbatên qurbanîyên firoka ketî, kom bûn.

Berî ku Biden were Shanksville, cîgira wî Kamala Harris û serokê berê George W. Bush jî beşdarî merasîmên li wî bajarokî bûbûn.

Serok Biden demeke zûtir ya îro Şemîyê serdana Navenda Bazirganî ya Cîhanî li bajarê New Yorkê kir, cîhê ku terorîstan berî 20 salan du firoke li du avahîyên wê dan û di encamê de nêzîkî 3,000 kes hatin kuştin.

Biden, li ber e ku here Washingtonê û beşdarîya merasîma yadkirinê ya li Pentagonê bibe ku ew jî 20 sal berê yek jî armancên terorîstan bû.

XS
SM
MD
LG