Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Çalakvan Û Mamostayên Girtî Yên Parêzgeha Duhok di Zîndanên Hewlêrê de


Arşîv: Xwepêşandan li bajarê Duhok
Arşîv: Xwepêşandan li bajarê Duhok

Girtîyên parêzgeha Duhok yên çalakvan, rojnamevan û mamosta, yên di girtîgehên asayîşa giştî ya Hewlêrê de girtîne di rewşek xerab dane.

Arî kurê mamwosta Bedel Berwarî dibêje li 29.07.2021ê ew çûye Hewlêr û babê xwe Bedel dîtiye û dibêje "dema min babê xwe dît, min ew nas nekir jiber ku gelek lawaz û bê hêz bûye û nêzî 50 kg ji kêşa bedena xwe winda kirîne. Ew jî, jiber serderiya xerab ya di zînana de bi wan re tê kirin.

Parêzerên girtîyên parêzgeha Duhok tekez dikin, ku ew ji aliyê girtîgehê ve tên êşkencedan û givaştinek derunî li ser wan heye û di zînadanan de ew givaştinên li dij wan tên encam dan, dijî hemî pirensîpên mafên mirov û nirxên mirovatiyê ne.

Rêvng Kurdistanî yek ji parêzernên girtiyên Duhokê ye, di malpera xwe yê Facebookê de daxuyanîyek belavkirîye bo raya giştî û serokatîya herêmê û serokatîya encumena wezîran û serokatîya perlemanê Kurdistanê, û dide xuyakirin kû mamelek nemirovahî ligel girtîyên Badînan tê kirin. Daxwaz dike cihê wan bê vegûhastin bo çaksazîya Zirka li Duhok, yan çaksazîya mezinan li Hewlêrê û li gureyî yasayê mamele ligel wan bihê kirin.

Dawî dîtina parêzer (Rêving Kurdistanî ) bo girtîyên Duhok li 29.07.2021 dema dadgeha wan hatîkirin li dadgeha pêdaçûnan li Hewlêr û wî got. "ji şiklê wan dîyar bo gelek ji layê ceste û derûnî hatine eşkencedan."

Amed Silêman kûrê yek ji girtîyan bo Dengê Amerîka axift û got, "me bi hiç rengekî bawerî bi dadgeha destelatê nîne bi taybet ya Hewlêrê, jiber ku wan çawan divê dê wisan biryaran bo zindanîyan bidin."

Hêjayî gotinê ye ku hejmarek ji çalakvan, rojnamevan û mamostayan ji layê hêzên ewlehîya Duhok ve, hatibûne girtin û bo 5 kesan, sizayê 6 sal zîndanê derçûye û yên din her car dadgehkirina wan tê paşxistin.

Raporta Duhok 08 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00


XS
SM
MD
LG