Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Çalakiyekê de Jinên Stenbolê Piştgîrî Didin Jinên Afganî


Jinên li Tirkiyê Piştgîrî Didin Jinên Afgansitanê-Stenbol, Tirkiye.

Li Îstenbul'ê jinan jibo hevgirtina jinên Afgan' çalakîyek piştgirîyê pêk anîn û dîyar kirin ku berxwedana jinên Afgan dê tundîya Talîban'ê hilweşîne.

Jinên li Îstenbul'ê piştî ku Talîban'ê Afganîstan kir bin kontrola xwe jibo hevgirtina jinên Afgan li taxa Kadikoy'ê daxuyanîyeke piştgirîyê dan.

Daxuyanî li ber pankarta "Em li kêleka jinên Afganî ne, yên ku jibo jîyana xwe li berxwe didin." de hat dayîn.

Li ser navê jinan Çagla Akdere, daxuyanî xwend û destnîşan kir ku piştî ku Talîban’ê desthilatdarîya Kabul’ê girt destê xwe, qêrîna hevgirtina jinên Afgan ji sînorên welêt derbaz kir.

"Jiber ku em jin li her derê cîhanê û di bin her şert û mercan de jibo jîyana xwe li ber xwe didin, her çiqas digel ku medyaya serdest bi belavkirina gotina Talîbanê ya" Emê rêzê li mafên jinan bigirin rastî tevî hemî tiştan jî digihîje her kesî." Wê got.

Herwiha çalakvan Asli Eren dîyar kir ku ewên dijî zilma li ser jinan hertim li qadan bin û wiha got,

"Emê îro bang bikin û bibêjin ku jin hene û dengê wan bigihînin hemî jinan. Em jî jibo hevgirtina jinên Afgan ku îro jibo ku em dengên wan bidin bihistin liv ir in." Wê got.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:26 0:00

XS
SM
MD
LG