Karbidestekê Afganî dibeje, mîlîtanên Talîban îro roja Çarşamê bajarekê din ya Afganîstane bi dest xistîye. Di demekê de ku hêzên navnetewî bi peşengiya Amerîka ji Afganistane bi temamî vedikişin, di nava 6 rojan de 8 bajarên ku paytexta herêmane ketin bin kontrola Talîbanê.
Talîban bajarê Fayzabad yê paytexta wîlayeta Badakşan bidest xist dema ku Serok Eşref Xanî gehişt Mezer-î Şerîf û alîgirên wî li wir xwepeşandanek pêk anîn.
Endamê konseya eyalata Badakşan Jawad Mujadidi dibejê, pistî pevçûnekê dirêj li Fayzabad, hêzên hîkûmetê ji deverê vekişiyan.
Wî her wiha got, hêzên Talîban roja Sêşemê berîya ku erişê bibin ser bajar, derdora bajarê Fayzabad dorpêç kirbûn.
Wîlayeta Badakşan li bakurê rojhelatê Afganîstan, li gel sinorên Tajikistan, Pakîstan û Çînê yê.