Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekê Amerîkî: Dibe Talîban di 90 Rojan de Bikare Kabul Kontrol Bike


Alayê Talîban li navenda bajarê Khumri 11 Tebaxê, 2021.
Alayê Talîban li navenda bajarê Khumri 11 Tebaxê, 2021.

Li gor ajansa Reuters çavkaniyeke Berevaniya Amerîka roja Çarşemê gotiye Reutersê li gor texmînên Îstîxbaratî dibe ku heta 30 roja Talîban bikare Kabul veder bike û di maweyê zêdetirî 90 rojan de dibe bikare kontrol bike.

Çekdarên Talîban di maweyê 6 rojan de karîn dest bi ser paytextên 8 parêzgehand bigirn, jibo berpirsên Amerîkî ev jî tiştek neçaverê kirîbû.

Berpirsekî di asta bilind de, yê Yekîtiya Ewrupa (EU) roja Sêşemê dabû xuyakirin ku heta niha çekdarên Talîbanê 65% ji axa Afganistanê kontrol kirîye û metirsî heye ku kontrola herêmên din jî bike.

Reuters dibêje, berpirsekî Amerîkî ku nexwestiye navê wî eşkere bibe gotiye, ev texîmînên hatine kirin piştî pêşveçûnên bilez yên Talîban li Afganistanê li vê dawiyê pêk htine, ew berpirs dibêje, "Lê ev ne dawiyeke ku bê guherîn nebe", hêzên Afganî dikarin derencaman biguherînin û berevaniya xwe li dij Talîbanê bihêz bikin.

Amerîka hemî hêzên xwe ji Afganistanê vekişandine tenê ew mane yên ku jibo parastina balyozxaneya xwe hiştine li paytext Kabul û li firîngeha paytextê, biryare ku 31î vê mehê Tebaxa 2021ê, Amerîka dawiyê li mana hêzên xwe yên li Afganistanê bîne.

XS
SM
MD
LG