Li Tirkiyê roja Yekşemê jî, hewildanên vemirandina xerabtirîn şewatan di dîroka wî welatî de hatin dom kirin, tîmên agirvemirandinê karîn hin şewatan kontrol bikin yên ku bi herêmên beravên li başûr û başûrê rojavayê welatketine.
Bayê bihêz, kêmsiya rêjeya şihgirtinê û pileya berz ya germê ku di ser 40 plieya sedî re (104 Fahrenheit) daye rol hebûn di belvabûna bilez ya agirî de, ku Yunanistana cîran jî rast hatiyê.
Şewatan di 12 rojan de, dehan hezar hektarên daristanan wêrankirin li herêmên derya naverast û derya Îce.
Heta amadekirina vê raportê kesên di şewatên Tirkiyê de jiyana xwe jidest dane 8 kes in û bi hezaran Tirk û geştiyarên biyanî ku jibo torîzmê hatbûn Tirkiyê ji herêmên şewatan reviyan.
Li herêma Mugla ku havîngehên herî baş û qelebalix lê li Marmaris û Bodrumê hene ew herêm rastî şewatan hatbû. Karbidestên Tirkiyê got, heta niha herî kêm 36,000 kes ji herêmên şewatê hatine dûr xistin, di nav de, ji herêmên beravên li başûr.