Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dibêje Ew Berbijarîya Seroktîyê bi Serbilindî Qebûl Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îşev di axaftina xw eya li Qesira Sipî de berbijarîya Partîya Komarî ya jibo hilbijartina seroktîya Amerîka bi fermî qebûl kir.

“Ez îşev li pêş we disekinim û ez bi piştevanîya serbilind im. Îşev, bi dilgermî û bi hemî spasdarîya xwe, ez bi serbilindî berbijarîya jibo seroktîya Welatên Yekbûyî webûl dikim,” Trump li pêş şenîya ku bi dirûşmên “Çar salên din” piştgirî dan wî, ragihand.

Trump di destpêka axaftina xwe de qala baroveya Laura kir û piştgirî da kesên ku ji wê bahozê zararê dîtine. "Ev kesên pir hêja ji malwêranîya Baroveya Laura hatin vê derê,” wî got.

Serok Trump got ku bala baskê çepgir ya Partîya Demokrat dijminên Amerîka ne û ew ew gelek dema xwe jibo wêrankirina welêt xerc dikin.

"Dema Partîya Demokrat piranîya dema xwe jibo hilweşandina Amerîkayî terxan dike, ew çawa dikare welatê me bi rê ve bibe? Di nêrîna paşverû ya çepgiran de ew Amerîkayê wel welatê herî azad û herî behempa nabînin, li çûna wê, ew welatê me mîna cîhekî îblîsane dibînin ku divê jibo gunehên xwe were ceza kirin," Trump got.

Wî got ku Partîya Komarî wê bi berdewamî wek dengê

Wî got ku Biden wê nikaribe di nav partîya xwe de kesên ku di mêjîyên xwe de Sosyalîst in kontrol bike.

Trump bi bîr xist ku wî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk bir û rêberê wê rêxistnê Ebû Bekir Bexdadî kuşt.

Wî got ku ew soza xwe ya vegerandina zarokên Amerîkî yên li dervayê welêt bi cîh tîne û gelek leşkerên Amerîkî dizivirin Amerîkayê.

XS
SM
MD
LG