Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Hişyarîyeke Nû Dide Koreya Bakur


Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê hişyarîyeke nû da Koreya Bakur û got ku çekên Amerîkî dagirtî û amade ne.

Trump ji ser hesaba xwe ya Twitter’ê careke din li ser krîza bi Koreya Bakur re peyîvî. “Ger Koreya Bakur bi aqilane tevnegere, çareserîyên leşkerî niha bi xurtî berdest in û çekên Amerîkî dagirtî û amade ne. Hêvîdar im ku Kim Jong Un rêkeke din bibîne.”

Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Jim Mattis jî roja Pêncşemê gotibû ku Amerîka hazir e bersîvdana hemî gefên Koreya Bakurî bide.

XS
SM
MD
LG