Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dê Her Roj Bi Sedan Kesan Ji Afganistanê Derxîne


Mirov hewl didin ku têkevin nava Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzai li Kabul, Afganistan,16 Tebax 2021/
Mirov hewl didin ku têkevin nava Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzai li Kabul, Afganistan,16 Tebax 2021/

Peyvdarê serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Duşemê dîyar kir ku Brîtanya dê her roj bi sedan welatiyên Brîtanî û hemwelatiyên Afganî yên mafdar rizgar bike, û firînên ji Afganistanê heya ku ewledar be ewê bidomin û wî got "Ez dibêjim her roj herî kêm bi sedan kes ewê bi firînan derkevin, lê diyar e ku ev rewşek guherbar e."

Wî li ser pirsa ku Brîtanya heya kengî plan dike ku wan firînên bidomîne, wiha got, "Em dixwazin heya ku em karibin û heya ku ewle be, em wê bikin."

Herwiha Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro Duşemê di civînek girtî ya partîya xwe CDU Xiristiyanên Demokrat de, di derbarê rewşa li Afganistanê de fîkarên xwe anîn ziman, piştî ku Talîbanê paytext Kabul dagir kir û aştî ragihand.

Angela Merkel ragihand ku pêwîste Almanya li ser xebatên derxistina 10.000 mirovên li Afganistanê bi sekine ku ji wan berpirsîyar e û Merkel got, "Em şahidê demên dijwar in. Divê em li ser xebatên rizgarkirinê bisekinin."

XS
SM
MD
LG