Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Masûd: Emê Berevaniyê ji Hemî Welat Bikin Û Tenê Diyalog Çareserîye


Leşkerekê Afganî yê li dij Taliban li herêma Panjshir 19ê Tebaxê, 2021./ AFP)

Lîderê Afgansitanî yê ku li herêma herî dawî ya serke mayî ku ne li jêr kontrola Talîbanaê de Ehmed Masûd roja Yekşemê hêvîyên xwe anîn ziman ku ew diyaloga aştiyane bi tevgera Îslamî re ya ku hefteya borî dest danî ser desthilatê ê Kabul xistî jêr kontrol xwe bidin destpêkirin, lê wî got ew jibo şerî jî amadene.

Masûd bi rêya telefonê ji bingeha xwe ya li Nihala Panjshir ya li bakurê rojavayê Kabul gote ajansa Reuters, "Em dixwazin ku Talîban wê bizane ku rêya tekane ya pêşdaçûnê dê bi rêya diyaloge be."

Masûd dibêje, Ewê ji Panjshir, Herêmên Din Bigire Û Dê Berevaniyê ji Hemî Welat Bikîn

Bermayên yekîneyên leşkerê hikûmeta Afganistanê û milîtanên herêmî ku li Nihala Panjshir kombûne, ji wê derê lîderê Afganî Ehmed Masûd got "ُEm naxwizin şer derkeve" lê gotî milîtanên wan amadene şer bikin, eger Talîban hewil bide êrîşî wan bike li Nihala Panjshir her çende heta niha hêzên Talîban ji wê herêmê dûrin. Wî got "Ew dixwazin berevaniyê bikin, ew dixwazin şer bikin, ew dixwazin li hember her rejîmeke totalîtar liberxwe bidin".

Masûd kurê Ehmed Şah Masûd e, yek ji lîderên herî sereke yên bergirî ji Afganistanê kirî li dij dagîrkeriya Yekîtiya Soveyta berê di salên 1980an de, ku ti hêz nikarîne Nihala Panjshir bigirin, herêma ku di sala 2001ê de jî li dij Talîbanê têkoşîn kirî. Wî zêde kir û got "Emê ji herêmekê berevaniyê ji hemî welatî bikîn."

Di axiftina xwe de Masûd banga hikûmeteke gelemperî ya bingeh firawan li Kabul kir, ku nûnertiya hemî pêkhateyên etnîkî yên cihereng bike li Afganistanê û got "rejmeke totalîtar" divê ji aliyê civaka navnetewî de neyê naskirin.

Nihala Panjshir Bûye Ciyê Lîderên Afganî Yên Dij-Talîban

Amrullah Saleh, Cîgirê Serokê Afganistanê û Ehmed Masûd, kurê Ehmed Şah Mesûd li Panjshir hatine dîtin. Ew li Panjshir hemî fermandarên dijî-Talîbanê tînin ba hev. Ew herêm hêjî ji Talîbanê valaye û li derveyî kontrola Talîbanê de ye, sala 2001ê jî Talîban nikarî bû wê herêmê kontrol bike.

Ji hejî bîrxistinê ye ku ajansan rojên borî dabûn zanîn ku Amrullah Saleh Cîgirê serokê Afgansitanê yê ji welat derketî Eşref Ganî dema ku Talîban ketbû di Kabul da wî gotbû ewê liber xwe bidin û xwe radestî Talîbanê nekin, roja 16ê Tebaxê analîst û rojnamevan, Sudhir Chaudhary Edîtor Rêveber & CEO, Zee News, WION, Zee Business, di nivîse ku ku Amrullah û Ehmed Masûd li Panjshir hatine dîtin, lîderên dijî- talîban kom dikin.

XS
SM
MD
LG