Rojekê piştî ku çekdarên Talîbanê li Kabul paytexta Afganistanê Belav bûn, bi hezaran xelkên Afganî berê xwe dan balefirgeha bajêr da ku ji welat derkevin. Leşkerên Amerîkî bi berdana guleyên hişyarîyê hewil didin ku parastina deverê bikin û welatên Rojavayî jî hewil didin ku welatîyên xwe û Afganîyên ligel wan kar dikin ji welatî derxînin.
Deshiltata Firîna Sivîl ya Afganistanê ragihand ku alîyê sivîl yê balefirgehê bo demeke nedestnîşankirî hatiye girtin. Vîdyoyên li ser malperên medyaya civakî diyar kir ku qelebalixeke mezin li balefirgehê peyda bûbû li dema ku xelkê dixwest derbasî balefirekê bibin.
Çend hêlên esmanî, wekî United, British Airways, Virgin Atlantic û Lufthansa, got ku ewê di ser esmanê Afganistanê re êdî bikar neyînin. Fîrmên din wekî Emirate û Pakistan International Airlines raighand ku wan geştên xwe bo Kabulê rawestandin.
Balefirgeh herwiha bûye cihê ku diplomatên bîyanî dixwazin bi rîya wê ji Afganistanê derkevin piştî valakirina balyozxaneyan li paytextê.
Îtalya, Erebistana Saudî, Fransa, New Zealanda, Swêd, Australya û Komara Çîk heta nuha karmendên balyozxaneyên xwe ji Afganistanê derxistine, an jî ragihandine ku ewê wan Duşemê derxînin.
Çekdarên Talîbanê nuha êdî kolanên Kabulê kontrol dikin. Ev yek hat piştî ku di çend rojan navendên parêzgehan li seranserî Afganistanê kontrol kirin.
Melle Ebdilxenî Birader, cîgirê rêberê Talîbanê, di vîdyoyekê de roja Yekşemê pîrozbahîya gelê Afganistanê kir û spasîya “mucadinên” xwe kir bo “destkeftên wan yên mezin.”
Di vîdyoya ku li ofîsa wî ya li paytexta Qeterê, Doha, de hate tomarkirin, Birader bi zimanê Peşto herwiha got ku Talîban ji nuha bi şûn ve berpirs e li hember jîyana welatîyên Afganî û karûbarên wan yên rojane.
Amerîka û bêtirî 60 welatên din di daxuyanîyekê de roja Yekşemê bang li alîyên şer li Afganistanê kir ku rêzê bigirin û rê bidin ku welatîyên bîyanî û Afganî yên ku dixwazin ji welatî derkevin.