Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin, û Generalê Amerîkî Mark Milley bi kurtî serok Joe Biden li Qesra Spî li ser rewşa li Afganistanê agihdar dikin.
Çarşem, 18ê Tebaxê rayedarekê Koşka Spî ev yek ragihand ku her du berpirs li dor rewşa li Afganistanê serok Biden agihdar kirîye.
Gotara herî dawî ya Biden derbarê Afganistanê rojekê piştî wê yekê hat, dema ku hêzên esmanî yên Amerîka horgiliyên derbarê wê beseroberiyê weşandin di dema operasyona veguhastinê de pêkhatî li firîngeha Hamid Karazai ya navdewletî li Kabula paytext û got ku termê kesekî di nava çerxên firoka leşkerî de hat dîtin dema ku li bingeha leşkerî ya Amerîka li Al-Udayda li Qatarê dadabû.
Pentagonê wênek weşand ku sedan welatiyên Afganî di nava firoka leşkerî ya Amerîkaî dane, dem roja Yekşemê ji firokxana Kabul radibû, di wê demê de ku Talîbanê piştî kontrola pirraniya axa Afganistanê ketbûn di kabulê de.
Peyvdarê Koşka Spî ragihand ku biryare serok Joe Biden roja Çarşemê li ser rewşa Afgansitanê biaxive.
Li aliyek din roja Çarşemê li gorî şahidên bûyerê hat raginadin ku di xwepêşandanên dijî Talîbanê de li bajarê Jalalabad herî kêm 3 kes hatin kuştin.