Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: 'Sedan' Mucahid Bo Kontrol Kirina Herêma Panjşîr Dikevin Rê


Çekdarên Talîban li cadeke Kabul
Çekdarên Talîban li cadeke Kabul

Talîbanê roja Yekşemê ragihand ku "Sedan" çekdarên wan berê xwe dane Nihala Panjshir, yek ji herêmên kêm yên ku ji derveyî kontrola Talîbanê de mane.

Ajansa Frans Press AFP, roja Yekşemê ragihand ku Talîbanê, di hesaba xwe ya twîterê de bi zimanê Erebî nivîsandiye "Sedan ji Mucahidên Îmarata Îslamê ber bi herêma Panjshir pêşve diçin jibo kontrol kirina wê herêmê, piştî ku berpirsên herêmî red dikin ku bê şer dest jî ser herêmê hilgirin." Weke grûpa Talîban li ser twîtera xwe ya bi zimanê Erebî nivîsandî.

Ji hejî bîrxistinê ye ku her îro Yekşemê, lîderê Afgansitanî yê ku li herêma herî dawî ya serke mayî ku ne li jêr kontrola Talîbanê de Ehmed Masûd hêvîyên xwe anîn ziman ku ew diyaloga aştiyane bi rêxistina Îslamî re ya ku hefteya borî dest danî ser desthilatê ê Kabul xistî jêr kontrol xwe bidin destpêkirin, lê wî got ew jibo şerî jî amadene.

Masûd bi rêya telefonê ji bingeha xwe ya li Nihala Panjshir ya li bakurê rojavayê Kabul gote ajansa Reuters, "Em dixwazin ku Talîban wê bizane ku rêya tekane ya pêşdaçûnê dê bi rêya diyaloge be."

Ehmed got ew jibo şer jî di amadene, di axiftina xwe de wî banga hikûmeteke gelemperî ya bingeh firawan li Kabul kir, ku nûnertiya hemî pêkhateyên etnîkî yên cihereng bike li Afganistanê û got "rejmeke totalîtar" divê ji aliyê civaka navnetewî de neyê naskirin.

XS
SM
MD
LG