Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YRP Piştî Eşkerebûna Encamên Hilbijartinan Banga Hilbijartina Pêşdem Dike


Berbijarê Bajarvanîya Stenbolê yê Partîya Jinûve Refahê (YRP) Mehmet Altinoz got ku encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê nîşan didin ku divê hilbijartineke pêşwext çêbe.

Altinoz dîyar kir ku aborîya hemwelatîyên welêt roj bi roj xirabtir dibe û jibo guhertina rewişê divê hilbijartin li dar kevin.

‘’Di berîkên hemwelatîyan de pere nemane, dikandar dikanên xwe digirin. Jiber vê rewişê divê hilbijartin çêbin.’’

Wî dîyar kir ku wan dema kempeyna hilbijartinên herêmî meşandiye dîtiye ku li welêt kêşeya serekî aborî ye û hemwelatî nikarin debarên xwe bikin.

Altinoz li gor encamên ne fermî li Stenbolê bi 2,61 ji sedê dengan li dû berbijarên Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hat.

YRP li seranserê Tirkîyê jî 6,19 ji sedê dengan sitand û di hilbijartinan de li dû CHP û AKP’ê bû partîya 3’yan.

Wê partîyê ji bajarên Tirkîyê li Yozgat û Ruha bajarvanî bi dest xwe xistin.

YRP bi sekna xwe ya konservatîf tê nas kirin û hin pisporên sîyasetê dibêjin di hilbijartinên 31’ê Adarê de hilbijêrên ji AKP’ê dilşikestî dengên xwe dane wê partîyê.

AKP û YRP berî hilbijartinan jibo hevkarîyê danûstandin kiribûn, lê ti hevkarî nehatibû ragihandin.

XS
SM
MD
LG